'Alî Piling fermandarekî mezin bû'

Gerîla Rustem Amed ku li eyaleta Zapê tevî şehîd Alî Piling li heman qadê ma, diyar kir "Fermandar Alî Piling deryayek bû, fermandarekî mezin bû. Ez ji wî hînî jiyanê, partiyê, şervaniyê û fermandariyê bûm."

Alî Piling sala 1972'an li Êlihê ji dayik bû, sala 1991'ê tevlî nava refên gerîla bû û li gelek herêman wezîfe dabû ser milê xwe. Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Alî Piling ku 28 salan bê navber li çiyayên Kurdistanê têkoşiya, herî dawî Fermandariya Eyaleta Zapê kir û sala 2018'an derbasî qada Bakur bû. Alî Piling sala 2019'an di kemînekê de şehîd bû.

Rustem Amed ku sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû û li eyaleta Zapê ma, qala fermandarî, hevrêtî, şervanî û jiyana fermandarê xwe yê destpêkê Alî Piling kir. Rustem Amed got, "Dema ku tevlî nava têkoşîna gerîla bûm li eyaleta Zapê min wezîfe dikir. Qada destpêkê ya wezîfeya min tabûra Keleha Ertûşê bû. Pêvajoyeke giran bû, hêzên dijmin li dijî keleyê operasyon dikir. Berxwedan û lehengiyeke mezin hebû. Min hevrê Piling li wir nas kir. Dema ku min ew dît, sekna wî bawerî û wêrekî dida mirovan."

'EW FERMANDARÊ MIN Ê LEHENG BÛ'

Gerîla Rustem Amed destnîşan kir ku şehîd Alî Piling bi jiyana xwe bû fermandarekî mînak ji her kesî re û got, "Ji bo her hevalî ji aliyê îdeolojîk, leşkerî ve xurt bike gelekî hewl da. Li şûna têkiliya fermandar û şervan, têkiliyeke hevrêtiyê bi wî re hebû. Ew mîna deryayekê bû, fermandarekî mezin bû. Eyaleta Zapê qadeke zehmet bû. Hevalên li wir dibûn xwedî karkaterê serbilindî, bi heybet û xurt ên Zapê. Hevrê Alî Piling jî xwedî karakterekî wiha bû. Ew fermandarê min ê leheng bû. Ez ji wî hînî gelek tiştan bûm. Dilekî welê bû ku jiyan, partî, şervanî, fermandarî, parvekirina her tiştî bi hevrêyên xwe re dikir esas.

Li dijî dijmin gelekî bi hêrs bû. Her tim li ser wê yekê difikirî û plan dikir ku derbê li dijmin bixe. Di hin çalakiyan de kêmasî hebû jî hevalê Alî berpirsyarî dida ser milê xwe, rexnedayin û hesab dida rêxistinê. Mirovekî welê dilnizm û fedakar bû. Dema ku tiştek bi serê hevrêyên wî dihat, dema ku şehadetek rû dida hevrê Alî vediguherî şervanekî mezin ê tolhildanê. Heta ku tola hevalê şehîd dibû hilnedianî ranediza. Fermandarekî welê bû ku dilsozê pîvana hevrêtiyê bû.

Dema ku ez bi şehadeta fermandar Alî Piling hesiyam gelekî matmayî mam. Şervan û fermandarê bi salan nedibû ku di kemîneke welê namerdî de şehîd bibe. Dijmin li vir gelekî hewl da ku Alî Piling şehîd bixe. Alî Piling dijmin dixiste nava şoqê. Em jî weke şervanan soz didin ku em ê li ser şopa wî bimeşin. Em ê tiştên ku wî hînî me kiriye ji xwe re bikin pirtûka jiyanê û şopdarê wî û hevrêyên şehîd hemûyan bin, em ê tola wan hilînin."