Akar û Yaşar li Hewlêrê ne

Wezîrê Parastinê yê Tirk û Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşê Yaşar Guler serdana Hewlêrê kirin.

Heyetek Tirk ku Hûlûsî Akar û Yaşar Guler serkêşiyê jê re dikin, roja Duşemê destpêkê serdana Bexdayê kir, bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîr Mistefa Kazimî re hevdîtin kir.

Piştî civînê, ji buroya Serokwezaretiyê daxuyaniyek hate weşandin û hate ragihandin ku di hevdîtinê de "berjewendiyên hevpar" û "xurtkirina hevkariya leşkerî" ya herdu welatan hatine nirxandin.

Hate ragihandin ku di hevdîtinê de hurmeta li serweriya Iraqê jî hatiye nîqaşkirin. Di daxuyaniyê de ya bi navê Kazimî hate kirin, hate ragihandin ku hin mijarên di hevdîtina Serokwezîrê Iraqê ya beriya niha li Tirkiyeyê de kiribû û lihevkirin li ser wan çênebûbûn, hatin nirxandin.

Ofîsa Serokkomariyê jî têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkiliyên navbera Tirkiye û Iraqê û hurmeta li serweriya Iraqê hatine nîqaşkirin.

Têkildarî her du hevdîtinan agahiyên berfireh nehatin wergirtin.

Heyeta Tirk piştî van hevdîtinan çû Hewlêrê. Heyeta Tirk li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl, Serokê Dîwana Serokatiyê ya Herêma Kurdistanê Fewzî Harîrî û Berpirsyarê Têkiliyên Derve Sefîn Dîzeyî ve hate pêşwazîrkirin.

Tê payin ku heyet bi Serokê Herêmî yê Kurdistana Federe Nêçirvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtinê bike.

Serdan di demeke welê de pêk tê ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê zêde bûne.

Li ser naveroka hevdîtinan daxuyanî nehate dayin.