Ahmet Turk: Muxatab gelê Kurd û aktorên wê ne

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk li Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê axivî û got, "Muxatab gelê me ye û aktorên têkoşîna gelê me ye. Bi vî rengî em nuqteyê li mijarê datînin."

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdîn Ahmet Turk ê ku wezîfeya wî hate desteserkirin û qeyûm li şûna wî hate danîn, li Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) axivî.

Ahmet Turk diyar kir ku ew di encama têkoşînek dem dirêj de li vê derê ne û wiha got: "Em zanin ku ji salên 1990'î û vir ve polîtîkayên qirkirinê, siyaseta teslîmgirtin û zext, heta roja îro dewam dikin. Îro jî bi deh hezaran hevrêyên me li zindanê ne. Em wan silav dikin. Ligel hemû polîtîkayên teslîmgirtinê, bedelên hatin dayîn, partiya me bûye hêviya gelê me. Em bawer dikin, karmendek me heye ku wê di siyaseta demokratîk de bibe mîmarê paşerojê. Bêguman, bi polîtîkayên qeyûman, hewl didin me û gelê me ji hev dûr bikin."

Ahmet Turk derb arê qeyûmên li şaredariyan hatine bicihkirin jî wiha axivî, "Pratîka qeyûman li holê ye. Di vê mijarê de, lêkolînên cidî yên partiya me hene. Îro hemû karmendên qeyûm, ji ber nelirêtî û bertîlan tên darizandin. Armanca wan ne rêveberiya şarêderiyê ne, vîna gel teslîmgirtine. Demokrasiya rêveberiyên herêmî lingê herî girînge. Eger em xebatê rêveberiya herêmî bi rengek hevrêztir bimeşînin, wê têkiliyên me bi gel re xurtir bibin."

Ahmet Turk derbarê nîqaşên çareseriya pirsgirêka Kurd û muxatabiya wê de jî ev nirxandin kir: "Tirkiye dikeve demek nû. Têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş tên kirin. Ji bo ku pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane û adîlane bê çareserkirin, me her tim piştgirî da. Me di vê têkoşînê de bedelên pir giran dan. Îro her kes dibîne ku siyaseteke bê HDP’ê qet nikare li Tirkiyeyê bibe desthilatdar. Ji bo ku pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, divê berî her tiştî, hebûna gelê Kurd, nasnameya wê, zimanê wê û statuya wê bê qebûlkirin. Dem bi dem nîqaşên muxatabiyê tên kirin. Gelo muxatab kî ye? Muxatab gelê me ye û aktorên têkoşîna gelê me bi rê ve dibine. Em bi vî awayî nuqteyê datînin."