Agirbesta li Lîbyayê têk çû, şer dest pê kir

Agirbesta ku bi serkêşiya Moskowa û Enqereyê li ser Lîbyayê hate ferzkirin, di pratîkê de bi dawî bû. Hêzên Hefter ber bi bajarê Mîsratayê ku bajarekî peravî ye bi rê ketin. Şer diqewime.

Roja Yekşemê di navbera hêzên Trablûsê yên xwe dispêrin Enqereyê û hêzên Xelîfe Hefter ên rojhilatê welêt kontrol dikin şer ji nû ve dest pê kir.

Hikumeta Trablûsê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şer dest pê kiriye. Li gorî hikumeta Trablûsê hêzên Hefter ber bi bajarê Ebû Kûraynê ketine nava liv û tevgerê. Hate ragihandin ku ev liv û tevger ji bo operasyona ber bi bajarê Mîsrata ye ku bajarekî peravê ye û bi 120 kîlometreyan dûr e.

Analîst Jalel Harşawî ji Assocîated Pressê re axivî û anî ziman ku Xelîfe Hefter eniyeke taktîkî vekiriye û di rewşa heyî de dixwaze milîsên ji Mîsrata yên ku niha hikumeta Trablûsê diparêzin ber bi Mîsrata ve bikişîne.

Bi vî rengî agirbesta ku di 12'ê Çileyê de bi serkêşiya Enqere û Moskowayê hate kirin û piştî 19'ê Çileyê li Berlînê hate qebûlkirin, di pratîkê de bi dawî bû.

HÎN JÎ ÇEKAN DIŞÎNIN LÎBYAYÊ

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan roja Yekşemê bi daxuyaniyekê îdîa kir ku ji bo şerê li Lîbyayê çareseriya leşkerî nîne. Tê gotin ku dewleta Tirk hîn jî hêzên paramîlîter û çekên giran dişîne Trablûsê.

Mîsyona Lîbyayê ya Neteweyên Yekbûyî (MANÛL) nerazîbûn nîşan da ku tevî sozên di konferansa Berlînê de hatin dayin hîn jî ambargoya çekan a li ser Lîbyayê tê binpêkirin. MANÛL navê welat eşkere nekir, lê diyar kir, "Ji ber ku welatên tevlî Konferansa Berlînê bûn şervanên biyanî, çek, cebilxane û sîstemên pêşketî derbasî Lîbyayê dikin, gef li vê agirbesta lawaz tê xwarin."

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di nava deh rojên dawî de ji bo her du aliyan çekên pêşketî, wesayitên zirxî, şêwirmend û şervan li balafirgehên rojhilat û rojavayê welêt hatine veguhestin.

MANÛL destnîşa nkir ku ev binpêkirin rîskê diafirîne ku welêt bixe nava şerekî girantir.

HILBERÎNA PETROLÊ 75 JI SEDÎ KÊM BÛ

Li aliyê din li Lîbyayê ji 18'ê Çileyê ve ji ber blokekirina termînalên petrolê yên bingehîn 75 ji sedî yê hilberîna petrolê kêm bû.

Hêzên Hefter ku rojhilatê welêt kontrol dikin, ji Nîsana 2019'an ve ji bo kontrolkirina paytext Trablûsê operasyonê dimeşînin.