'Şoreşgerî karekî azwerî ye'

Gerîlaya YJA Starê Amara Viyan (Rojda Sever) ku digot "Şoreşgerî karekî azwerî ye" li dijî her zor û zehmetiyan li ber xwe da.

Me gelek jin û mêr ên ciwan dîtin ku li vê xaka pîroz gav bi gav li ber tîrêjên rojê dimeşiyan. Mirovên ku zor û zehmetî nas nedikirin. Yek ji wan jî gerîlaya YJA Starê Amara Viyan (Rojda Sever) bû.

Amara Viyan li metropolên Tirkiyeyê mezin dibe, lê belê bi hesreta Kurdistanê ya ku lê ji dayik bû mezin dibe. Welatparêziya malbata wê, dilsoziya bi ziman û çanda xwe, bû sedem ku bala Amara hîn bêhtir biçe ser Tevgera Azadiyê ya Kurd. Di sala 2012'an de tevlî nava refên gerîla bû. Herî zêde hêz û pêşengiya jinê ya li çiyayên Kurdistanê bandor lê kir. Dema ku dest bi helbesta şoreşê dike dibêje, "Şoreş stranek e, ku qet ji ser zimanan nayê xwarê."

Amara ku nasnameya sexte ya zîhniyeta dewleta mêtinger, faşîst û kujer red dike, nasnameya şoreşgerî ji xwe re dike esas û ji xwe piştrast e ku her tim zor û zehmetî jê re nebin asteng. Amara dibêje, "Şoreşgerî azwerî ye" û li dijî her zor û zehmetiyan li ber xwe dide. 

Amara ku bi rengê herî watedar ê şoreşgeriyê dijî, bi eşq û kelecana jiyanê tevlî Cenga Heftanînê dibe. Li dijî hêzên mêtinger û serdest li ber xwe dide û şerê xwe yê bi îradeyê li dîroka berxwedanê ya gelan dineqişîne.

Amara Viyan (Rojda Sever /Wan) li qada Partîzan a herêma Heftanînê di êvara 25'ê Tebaxê de ji ber êrişa bi balafirên şer ên Tirk tevî hevrêyên xwe Agît Çiya (Ahmet Xelat / Zaxo), Kendal Sûrûç (Mehmet Kaya / Riha) û Zagros Rojhilat (Bûrhan Alînecat / Xoy) şehîd dibe.