Şoreşgerê fedakar ê Kurdistanê: Diyar Xerîb

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb ku 5'ê Tîrmeha 2019'an ji ber êrişa hewayî ya dewleta Tirk şehîd bû, bi têkoşîna xwe ya bi dehan salan cihê xwe li nava lehengên Kurdistanê girt.

Şoreşger bû ku xebatên neteweyî û demokratî bi hev re dimeşand. Têkoşerek bû ku gotin û kiryarên xwe yek bûn. Cewher bi xwe azadî bû. Di temenê 25 salî de tevlî têkoşîna azadiyê dibe. Li her cihî berpirsyariya diket ser milê xwe bi rengekî serketî û başî bi cih dianî. Perwerdeya xwe li gel Rêber Apo dibîne. Di têkoşînê de ne xwedî kesayetekî berjewendî şexsî nebû. Nivîskar, zana û kesayetekî hişyar ê dîroka Kurd bû. Rêber û fermandarekî netewî yê Kurd bû. Ev kes Diyar Xerîb e ku di nava xebatê de bi navê Helmet şoreşger, siyasetmedar û ronakbîrekî pêşeng ê gelê Kurd bû.

Navê rast Diyar Xerîb Mihemed Resûl e. Ber sibehekê meha Nîsana 1973’an li gundê Sêwsênan a navçeya Qeredax çavê xwe li dinê vedike. Navî kirin Diyar ji bo diyariya Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd. Navê dayika wî Sediye Nazim Mihemed e, bavê bavê wî jî Xerîb Mihemed Resûl e. Malbatekî naskirî ya navçeya Qeredax a bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê ye. Diyar zarokê çarê yê malbatê ye. Piştî Diyar dayika wî 3 zarokên din tîne cîhanê, 2 zarok hê biçûk jiyana xwe ji dest dide. Birayê Diyar Dilêr salekê ji Diyar mezintire, piştî mezin dibe dibe pêşmerge û sala 1991’ê di dema raperîna Başûr ya azadkirina Kerkûkê di şereke li Meskerî Xalidî di şerekî li gel rejîma Baasê de şehîd dibe.

MAMOSTAYA WÎ YA JIYANÊ DAYIKA WÎ BÛ

Piştî şehîdbûna birayê xwe Dilêr, Diyar dibe kurê malê yê mezin. 3 xwişkên bi navê Helale, Şîlan û Lave birayê bi navê Rizgar ji xwe biçûktir heye. Dayika Sediye û bavê Xerîb mirovên zana û zîrek bûn, ji bo wê di warê perwerdehiyê de bandorekî mezin li ser zarokan hebûn. Zarokên wan pir jêhatî û zîrek bûn, hê ji zarokatiyê bi hestê netewî mezin bûn. Diyar Xerîb jî di nirxandineke xwe de dibêje; ‘Yekem mamosteya jiyana min di têkoşînê de dayika min bû.’

Diyar Xerîb li sala 1980’ê li gundê xwe dibistana seretayî dixwîne û temam dike. Dayika Şehdî Diyar Xerbî li ser xwendina Diyar wiha dibêje; ‘Ji ber ku xwendekarekî zîrek bû, di xwendina xwe ya dibistana seretayî de bi serketî bû û di rêza yekem de bû û xelata yekemîniyê digirt. Her wiha di asta perwerdehiyê ya dibistanê de jî yekem bû. Ji derveyî xwendina dibistanê Diyar li hucreyê jî dixwend, li vir jî xwendina xwe serketî qedad.

Dayika Sediye heskirina mamostayekî ji bo Diyar Xerîb jî wiha bilêv dike; “Dema Diyar seretayî dixwend, ji ber sedemekî nediyar xwendekaran hemûyan şer kiribûn. Mamostayê dibistanê jî ji bo xwendekarna gotibûn; ‘Eger hûn bang li dayik û bavên xwe nekirin, em perwerdehiyê nadin we’. Lê belê tenê Diyar ji wan cuda kiribû û ji bo wî gotibû; ‘bang li dayik û bavê xwe neke. Ji ber ku tu zarokekî aqil û zîrekî’.”

Hê di temenê biçûk de Diyar Xerîb di nava hevalên xwe de kesekî pêşeng bû. Di temenê ciwanî de dest bi xwendinê dike û dikeve pey zanist û lêkolînkirinên di hemû warê jiyan û bi taybet li ser dîrok û dîsa dîroka gelê Kurd. 

Di nava malê de ne weke bira bekû weke mamoste ji bo xwişk û birayên xwe di warê fêrkirinê de xwedî rolekî girîng e.

Di temenê zarokatî de ji ber ku li gundên wan pêşmerge hene, piştî navbera salane ya xwendinê ji bo dîtina pêşmergeyan vedigerin gund, bêhndana havînê li gund li gel pêşmergeyan derbas dike.

DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE HEVAL HELMET

Piştî temankirina dibistana seretayî ji gund bar dikin tên Silêmanî. Li Silêmanî jî xwendina xwe ya navîn diqedîne û sala 1991-1992’an ji bo xwendina zanîngehê diçe bajarê Hewlêr li Beşa Fîzîk Koleja Zanist a Zanîngeha Selaheddîn dixwîne. Piştî Raperîna sala 1991’an û Korew dîsa şehîbûna birayê wî Dilêr ê di çeperên bergiyê de, ji bo Diyar Xerîb dibe sedemê çerxek û qonaxekî nû. Dikeve nava lêkolîn û lêgerînekê ya rewşa gelê û çareserî doza rewa ya gelê Kurd.

‘JI EVÎNA ME MEZINTIR EVÎNEK DIN HEYE, BI MILYONAN KES XWE DIKIN QÛRBAN EW JÎ …’

Di destpêka salên 90’î ya sedsala borî li gel bîr û bawerî PKK, Rêber Apo nas dike. Bi taybet salên ku li Hewlêr li zanîngeha Selaheddîn dixwed baştir bîrdoziya azadiya PKK û ramanê Rêber Apo nas dike. Di pêvajoya xwnedinê de tim bi wêjeya raman û siyaseta Rêber Apo û PKK’ê gotûbêj germ li gel hevalên xwe dikir û her ku diçû lêgerîna wî ya azadîxwaziyê zêdetir dibû.

Hevalekî Diyar Xerîb tîne ziman ku berî Diyar Xerîb tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bibe hes ji keçekê Koyê dike ku xweşiktirîn keça zanîngehê bû. Dema ku biryar da biçe nava refên PKK’ê, di dawî de ji bo heskiriya xwe dinivîse û dibêje; ‘Rast e, ez pir ji te hes dikim, lê heskiriyeke din jî heye ez û tu jî di nav de bi milyonan kes bê maf in, ew jî heskirina Kurdistan e. Ji bo wê hêvîdarim ku fam bikî çima min ev heskirin dawî anî ji bo Welat’.

Diyar Xerîb piştî sala 1995-1996 beşa Fîzîk a Koleja Zanîstî ya Zankoya Selaheddîn diqedîne, têkiliyên wî zêdetir li gel welatparêzên Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê zêdetir dibe. Ji bo wê sala 1996’an bi bawerî û biryardariyeke xurt tevlî şoreşa mezin a nava refên rêxistina PKK’ê dibe.

Heval Diyar Xerîb destpêkê weke ciwanekî bîrmend tevlî konferansa damezirandina ‘Yekîtiya Xwendevan û Lawan Welaparêzên Kurdistan (YXLWK)’ dibe. Li gel hevalan ji bo şiyarkirin û birêxistinkirina ciwan û lawanên Başûrê Kurdistanê xwedî rolekî berbiçav e.

RÊBER APO GOT: ‘TU DIKARÎ BIBÎ RÊBER Û PÊŞENG’

Di sala 1997’an li gel komekê diçe seheya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi dîtina wî pir kêfxweş dibe. Li seya Rêber Apo heval Helmet bi coş û xuroşekî mezin tevlî perwerdehiya serok dibe. Bi nirxandin û dahûrandinên dike di serî de bala Rêber Apo û hemû hevalên din dikişîne û ji bo wan dibe hêviyeke mezin.

Li ser vê yekê Rêber Apo ji bo Şehîd Diyar Xerîb wiha dibêje; “Tu dikarî pêşengayetiyekî mezin bikî, weke ciwanekî tu dikarî barê giran ê têkoşînê bigirî ser milê xwe. Tu yek ji wan ciwananî ku cewherekî li gel heye û dikarî vî cewherî bikî hêz, erkê rêberî û pêşengtiyê bigirî.”

ŞERVANÊN NÛ BI ÎDEOLOJIYA PKK’Ê PERWERDE KIR’

Piştre li gel komê ji seheya Serokatî vedigere. Di sala 1998’an de wek kadroyekî perwerdekar û rêveber li perwerdehiya şervanên nû de li ser fikir, siyaset û exlaqî şoreşgerî perwerdehî dide şervanên nû û şervanan ji bo têkoşîna mezin amade dike.

CIVAK PERWERDE KIR

Di sala 1999-2000 mîna kadroyekî pêşeng ê gelê Kurd di bin sêwana Yekîtiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK) bi ked û westanekî mezin ji bo perwerdekirin û rêxistinkirina civakê da. Di sala 2001’ê de erkê karê ragihandinê digire ser milê xwe û di warê wêjeya şoreşgerî de rolekî mezin dilîze.

PARTIYA PÇDK AVA KIR, DEST BI RÊXISTINKIRINA GEL KIR

Di sala 2002’an de li gel Şehîd Viyan Soran û komek heval amadekariyên damezirandina Partiya Çareserî ya Demokratîk a Kurdistan (PÇDK) dikin. Di bihara 2002’an de PÇDK ava dikin. Şehîd Diyar Xerîb hem bû rêveber û hem jî Hevserokê PÇDK’ê. Bi hestekî hişyar û dîrokî perwerde li ser hemû aliyên dîroka Kurdistanê da ku ji bo hemû hevalên wan û dostên wan dîroka rast bizane.

Hevalê Helmet (Diyar Xerîb) wek endamê encmûm û desteya Karûparê Perwerdehî û Rêxistinê tê hilbijartin û di çarçoveya pêngavekî şoreşgerî de li Binarê Qendîl û nawçeyên din ên Başûrê Kurdistanê li ser perwerde û xebatên rêxistinê perwerdeyê dide welatparêzan herêmê. Bi vê keda xwe û hewldanên xwe bû kadryoyeke PKK’ê yê nimûne û dilsoz ê reweşenbîr ê nava pêkhateyên civakê.

Di Kongreya 2-3’an de jî Şehîd Diyar Xerbî (Helmet) ji bo erka endamê encmumena û Rêveberiya Siyasî ya PÇDK’ê tê hilbijartin. Weke rêveber û kesayetekî hişbîr û rewşenbîr roleke mezin dilîze ji bo pêşxistina xebat û kerên partiya PÇDK’ê. Ev jî dike ku nava gel de bê heskirin û bibe nimûneyeke şoreşgerî. Dîsa Heval Xerîb li hember xeta tesfiyekar û xiyanetkaran bi helwestekî biryardar û Apoyî rabû.

Di kongreya 5’an de ku Şehîd Diyar Xerîb weke hevserok kar dikir, ji bo pêşxistina xebat û rêxistinkirina PÇDK’ê xwedî rolekî mezin bû. Di nava heval û gel de bi nîqaş û perwerdekariyê asta rêxistin û çalakiyê ya gel pêş dixe. Hişmendiya ku derbaskirina astengî û aloziyan bi rêxistin û çalakiyan tê derbaskirin pêş xist.

JI BO GELÊ BAŞÛR TIM DI NAVA LÊGERÎNÊ DE BÛN

Şehîd Diyar Xerîb ji sala 2014’an heta şehîd dibe di nava Koma Civakên Kurdistan (KCK) de bi gelek erk û berpirsyariyên rêxistinî radibe. Hevalê Xerîb endamê Meclîsa PKK û endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bû. Di nava xebata têkoşînê de bi xurtî di nava hewldanên ku di asta herî baş de xebatên şoreşgerî li seranserî asta Kurdistanê pêk bîne. Li beramber hemû astengî û nakokiyan bi ruhê çareseriyê têkoşîn dike. Di akademiyên perwerdehiyê ya KCK’ê de gelek waneyên siyasî û rêxistinî dide kadroyan. Her wiha di têkoşîna azadiya jinê de jî hem bi rêzdarî û hem jî bi pîvanên xwe yên kesayetiya azad xebata dike pêş dixe.

Hevalê Helmet li gel erkê xwe yê endamtiya Konseya Seroaktiya Giştî ya KCK’ê û Meclîsa PKK’ê xebatên xwe yên têkoşîna Başûr jî weke erekî serekî dibîne û dike. Li dijî xeta xwefiroşî û desthilatê de pêşengî ji berxwedana netewî ya demokratîk re dike. Hevalê Helmet xwendingehekî mezin ê şoreşgerî bû, ji bo wê pêwîst bû heval û gelê me hem li Başûr û hem jî li tevahî Kurdistanê waneyên şoreşgerî û hişmendî jê fêr bibin. Heval Helmet di têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya 25 salî de tim bi bawer û biryariyeke mezin, bi hîvî û vîneke ji pola tim di nava xebat û têkoşînê de bû. Pêşengekî şoreşger ê gel bû. Heval Helmet di 5’ê Tîrmeha 2019’an de di encama êrîşeke esmanî ya dewleta Tirk a dagirker de bi hevkariya xiyanetkar û nokeran li gel du hevalên xwe yên bi navê Dewran û Şahîn şehîd dibin û tevlî karwanên nemiran dibin.

ROJNAMEVANEKÎ WÊREK Û NIVÎSKAREKÎ PÊNÛS TUJ BÛ

Şehîd Diyar Xerîb li gel erkên xwe yên şoreşgerî û siyasî wek rojnamevanek bi wêrek ji bo gelek kovar û rojnameyên tevgera azadiya Kurd gotar û lêkolîn nivîsandiye. Her wiha li ser dîrok, ol, ciwan û xwerêveberiya demokratîk çend pirtûk nivîsandiye û çap kiriye. 

Pirtûkên bi navê ‘Dîroka Iraq û Başûrê Kurdistan, Manîfestoya Ciwanên Başûrê Kurdistan, Xwerêveberiya Demokratîk, Krîzên Siyasî û Pirsa Pêşengîtî li Başûrê Kurdistan, Helwestên Derbatê Ol û Bawerî û Dîtinek Nû Li Dîroka Kurdistan’ derdixe.

Şehîd Diyar Xerîb piştî şehîdbûna xwe berhemên bi qedir û qîmet ji ob xwendekaran hiştiye. Nivîskar û rojnamevan Hesen Cûdî têkoşîn û xebata Şehîd Diyar Xerîb (Helmet) di 6 cildan de bi sernavê ‘Diyar Xerîb Manîfestoya Kesayetiyeke Azad û Şoreşger li Kurdistan’ kom kiriye û di demeke nêzîk de tê çapkirin û bigihêje ber destê xwendekaran.

Ji derveyî berhemên ku Şehîd Diyar Xerîb amadekirî û çap bûye, bi dehan semîner û lêkolîn li çiyayên Kurdistanê û dîsa gelek bajarên Kurdistanê bi dîmen û gotin berhemên bi nirx û qedir pêşkêşî raya giştî ya Kurd û gelê welatparêz kiriye.

Em ê li vir cih bidin beşek ji nirxandinên Hevserokê Konseya Serokatiya KCK’ê Cemîl Bayik a li ser Şehîd Diyar Xerîb (Helmet).

‘PÎVAN Û TAYBETMENDIYÊN PKK’Ê JI BO XWE KIRIBÛ BINGEH Û RASTIYA RÊBERTÎ NÎŞAN DIDA’

Bayik bal kişand ser xebat û têkoşîna Şehîd Diyar Xerîb û got: “Heval Helmet di kesayetiya xwe de pêşengîtiya têkoşîna azadiya gel û yekîtiya netewî kir. Di xebata yekîtiya netewî û hişyarkirina netewî de xebat û hewldanekî gelek mezin da. Yek ji wan kesan bû ku çûye gel Serokayetî û li ber destê Serok Apo perwerde dîtiye. Rêber Apo girîngiyek mezin dide heval Diyar Xerîb û hevalên din ên ji Başûr çûbûn. Dixwest kesayetiyên şoreşger û pêşeng ava bikin. Ji ber wê bi hewldan û kedekî mezin ew heval perwerde kirin. Hevalê Helmet yek ji wan hevalan bû ku ji perwerdeya Serokayetî sûd û tiştên pir mezin fêr bû, bandorekî pir mezin lê kiribû û ji bo xwe kir bingeh. Pîvan û taybetmendiyên PKK’ê ji bo xwe kiribû rêgez û esas bûn. Rastiya Rêbertî nîşan dida. Li ser van bingehan xwe perwerde kir.

‘DI HIŞYARKIRINA GEL DE XWEDÎ ROL Û BANDOR BÛ’

Hevalê Helmet hem di xebatên Başûr û hem jî li xebatên giştî tevgera me de ji bo pêşxistina ruhê berxwedan, dîsa di çarçoveya xebatên gel û sîstema xwerêveberiyê ya gel de xwedî rolekî serekî û girîng bû. Bi taybetî ji bo xelê Şengal û hemû Başûrê Kurdistan kir ku berê xwe bidin vî pêşengî û tevgera me. Bi taybet di asta perwerdekirin, hişyariya gel, dîsa rêxistinkirin û bihêzkirina asta çalakiyan a gel xwedî rolekî bi bandor ê hevalê Helmet hebû.

Her wiha ji bo xebata yekîtiya netewî, bi ruhekî welatparêzî û netewî ji bo di nava aliyên Kurdistanî de yekrêziyê pêş bixe kar kir, her wiha ji bo di nava gel de jî yekîtiya netewî di asta fikir û ruh de jî bê çêkirin, tima kar kir.

‘EM Ê TOLA WAN MEZIN BISTÎNIN, RUHÊ WAN ŞAD BIKIN’

Çawa Heval Helmet dema dijiya û têkoşîn dikir ji bo tevgera me û gelê me hêzekî mezin bû, ji bo pêşxistina xebat û berxwedanê rolekî mezin lîst, bi şehîdbûna xwe jî bi heman şêweyî ji bo pêşxistina xebat û berxwedanê bû rolek mezin. Her şehîdek dibe sedemê afirandina pêngavekî dîrokî ya nû. Ji bo bîranîna Heval Helmet di serî de hemû ciwanên şoreşger ên Başûrê Kurdistan, Endamên Konseya Serokatî Giştî ya me, pêşengên têkoşîna azadiyê soza xwe ji bo rêbaz û armancên heval Helmet û hemû şehîdên azadiyê nîşan didin, bi rêzdarî bibîr tînin. Bi hildana tolek mezin û serketinekî mezin ruhê wan şad dikin.”