Şewata li Colemêrg belav dibe, mudaxele nayê kirin

Şewata 22’yê Gulanê li gundê Miçîç a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê derketibû, didome. Ti mudaxeleyek ji bo agir bê kirin tine, mudaxeleya tê kirin jî tê astengkirin.

Şewata ku li Dehla Nehîl a li hemberî gundê Miçîç ê di navbera navçeya Gever û Şemzînanê yê girêdayî navçeya Gever a Colemêrg ku gelek cûreyên çûkan lê dijîn derket, didome. Tîmên agirkujiyê yên nikarin ji bejahiyê mudaxileyî şewatê bikin ji herêmê veqetiyan. Ligel ku şewat belav dibe jî, ji hewa ve mudaxile nayê kirin.

Rojnamevanên ku xwestin biçin herêma şewat, jî ji aliyê eskerên Qereqola Harûnan û Ornekkoy ve hatin astengkirin. Leşkeran têkildarî astengkirinê wiha gotin: “Herêm niha ne ewlehiye herêma operasyonê ye. Ji hewayî bi SÎHA û helîkopteran tê şopandin. Hûn nikarin ji qadê dîmenan bikişînin. Şewat wê heta hefteyekê bidome, divê hûn jî heta hefteyekê bisekinin. Ji ber herêma operasyonê ye hûn nikarin dîmenan bikişînin.”

Li aliyê din tîmên agirkujiyê û tîmên girêdayî Wezareta Giştî ya Daristanan û Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê yên ku sewqî cihê şewatê hatibûn kirin, ji ber şertên herêmê ne guncav in û herêm avzê ye ji herêmê veqetiyan.