Şêniyên Serêkaniyê ji Merkel re gotin: Hûn sûc dikin!

Şêniyên Serêkaniyê nerazîbûn nîşanî Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel dan ji ber ku piştgiriya dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û jê re gotin "Hûn sûc dikin."

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel beriya niha bi demeke kurt di dema serdana Tirkiyeyê de got, ku Elmanya dikare ji bo herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya dewleta Tirk bike. Vê daxuyaniyê rê li ber nîqaşeke berfireh vekir.

Meclîsa Elman li ser sozên Merkel çend roj berê raporek amade kiribû û diyar kiribû ku herêmên navborî 'herêmên ewle' nînin, 'herêmên dagirkirî' ne.

Di raporê de ku li ser daxwaza parlamenteran ji aliyê pisporên Daîreya Xizmetên Zanisttî ya Meclîsa Federal ve hate amadekirin hate gotin, "Nûçeyên têkildarî rewşa ewlekariyê ya li herêmên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin, nîşan didin ku li ser ên ji herêmê re bên şandin metirsiyeke jiyanî heye."

Raporê bal kişand ser xala 49'an a Peymana Cenevreyê ya li ser Parastina Sivîlan a di Dema Şer de û diyar kir, "Ji aliyê hiqûqa dagirkeriyê ve, veguhastina mirovan bi rengekî fermî yan jî girseyî qedexe ye."

Nîqaşên li ser bikaranîna tankên leopard ên Elman ên di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de, kuştina bi sedan sivîlî ji ber van êrişan, hîn jî dewam dikin. Di demeke wiha de hewldana Elmanyayê ya ji bo rewakirina dagirkeriyê bû mijara rexneyan.

ŞÊNIYÊN SERÊKANIYÊ NERAZÎ NE

Nerazîbûnek li dijî vê gava Elmanyayê ji koçberên Serêkaniyê hat ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji cih û warê xwe bûne. Ji ber êrişên dewleta Tirk zêdeyî 350 hezar sivîl neçar mabûn ku ji cih û warê xwe bibin.

Şêniyên Serêkaniyê yên Kurd û Ereb ku niha li kampa Waşokanî dimînin, nerazîbûn nîşanî gotinên Merkel dan û gotin, "Gelo haya we jê heye ku hûn hewl didin xaka kê bidin kê?"

'BILA BÊN LI REWŞA ME BINERIN'

Asiya Xalid a Ereb ku ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wan ên cîhadîst neçar ma warê xwe biterikîne û li kampa Waşokanî ya li bakurê Hesekê dimîne, destnîşan kir ku ew ê biryara dagirkeriyê ti carî qebûl nekin.

Asiya Xalid got, "Em vê qebûl nakin. Em ê çawa dest ji warê xwe berdin, dest ji her tiştê xwe berdin û biçin devereke din. Bila bên li rewşa me binerin, li kampê binerin, li zarokên me binerin. Em dixwazin vegerin mala xwe. Gelo cihê wan, mala me ye?"

QALA EDALET Û MAFÊN MIROVAN DIKIN, LÊ BELÊ...

Şemse Bekir Miheme Bekir jî ku bi xwe jineke Ereb e, nerazîbûn nîşanî destûra hêzên navneteweyî ya ji bo dagirkeriyê da û got, "Rewşa me li pêş çavan e. Lê belê em di çi rewşê de bin jî ne xema dewletên mezin in. Qala mafên mirovan dikin, qala edaletê dikin, dema ku li naverastê pisîkekê dibînin radihêjin jê hez dikin, lê belê dema ku mijar dibe em, her tiştî ji bîr dikin."

Şemse Mihemed Bekir nerazîbûn nîşanî Serokkomarê Tirk Erdogan da û got, "Erdogan dibêje Filistin, qala Misilmantiyê dike, lê belê dema mijar dibe misilmanên cîranê wan her tiştî ji bîr dikin. Tu destpêkê li cîranên xwe yên misilman binere ku te mala wan xera kir û şewitand."

'EZ Ê ÇAWA VEGERIM GEL ÇETEYAN?'

Ji şêniyên Serêkaniyê Mihemed Mûsa jî got, "Zivistanê em li derve ne, li kampê ne. Me dixwest li mala xwe bin, lê belê niha li mala min dibe ku çete hebin. Ez ê çawa vegerim? Çete wê min serjê bikin."

'ÇETE ANÎN Û LI MALÊN ME BI CIH KIRIN'

Şêxmûs Elî Tahir jî anî ziman ku dewleta Tirk gelek çeteyên cîhadîst û malbatên wan anîn li Serêkaniyê bi cih kir û got, "Gelek çete anîn li malên me bi cih kirin. Li malên xizmên min jî çete bi cih kirin. Malbatên wan bi cih kirin. Zarokekî min kuştin, dest danîn ser mala min, malbata min belav kirin... Ez çawa biçim gel wan?"

350 HEZAR MIROVAN KOÇ KIRIN

Berpirsyarê Kampa Waşokanî Xalid Xelo jî anî ziman ku piştî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nêzî 350 hezar kesî ji neçarî koç kirin û mirov li çar aliyan belav bûn.

Xalid Xelo diyar kir li kampa Waşokanî nêzî 8 hezar 500 kes hene û got, "350 hezar kesî koç kirin. Hinek li dibistanan, hinek li kampan hinek jî ji li malên bajarên Rojava bi cih bûn."

'BIRYARA MERKEL NE YA QEBÛLKIRINÊ YE'

Xalid Xelo nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Merkel da ku piştgiriya dewleta Tirk dike û got, "Xaka me, mala me dagir kirin. Em niha di vê rewşê de ne. Merkel li şûna ku li ber dagirkeriyê rabe, piştgiriya dagirkeriyê dike. Ev ne ya qebûlkirinê ye."

'EM RAPORÊ PIŞTRAST DIKIN'

Xalid Xelo destnîşan kir ku ew rapora meclîsa Elman piştrast dikin û got, "Em vê raporê piştrast dikin. Rast e. Xaka ku qalê dike hatiye dagirkirin. Yên ku li binê konan in û li çar aliyan belav bûne xwediyê wê xakê ne."

'YÊN DESTEKÊ DIDIN SÛCDAR IN, HEVPARÊ SÛC IN'

Xalid Xelo got, "Em dagirkeriyê ti carî qebûl nakin. Em ê li dijî vê têbikoşin." Xelo banga piştgiriyê li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir û got, "Em bang li her kesî dikin ku li ber vê yekê rabin. Ya ku dikin sûc e. Yên destekê didin vê sûcdar in, hevparê sûc in."