Şêniyên Serdeştê banga vegerê li Şengaliyan dikin

Li gel zor û zehmetiyan şêniyên Şengalê jiyanê ji nû ve li Şengalê ava dikin. Şêniyên li Serdeştê bang li Şengaliyên koçber bûne kirin ku li warê xwe vegerin.

Çiyayê Serdeştê yê Şengalê piştî fermana 3'ê Tebaxa 2014'an ji bo şêniyên Şengalê bû yek ji stargehên sereke. Li gel zor û zehmetiyan 6 sal in li Serdeştê jiyan ji nû ve ava kirine. Şêniyên li Serdeşt a Şengalê qala jiyana xwe ya rojane, zor û zehmetiyan kirin.

Yek ji şêniyên Serdeştê Mecîd Şemo têkildarî jiyana rojane ya li herêmê got, "Em heya îro jiyana xwe li vê derê derbas dikin. Beriya fermanê her kesî karek dikir, debara xwe dikir. Gel ji bo xwe dikan vedikir pez xwedî dikir. Me di xwest biçin gundê xwe lê ji ber gund bi kamil nehatine paqijkirin, kes nîne, em nikarin biçin gundê xwe. Beriya şewba koronayê alîkarî ji me re dihat, lê îro ji ev alîkarî jî nîne. Em niha bi çandinî debara xwe malê dikin. Niha jiyan çiqasî zehmet be jî em dîsa jiyana xwe didomînin."

Mecîd Şemo bang li Şengaliyên ku cih û warê xwe terikandine kir ku li xaka xwe vegerin û bi hev re jiyanê xweştir bikin.

Delîl Îsmaîl jî ciwanekî 27 salî ye ku ji Kobanê ye. Karê sondajê dike. Beriya fermana 2014'an ji bo kolandina bîran hatiye Şengalê û heta niha li Şengalê xizmetê ji mirovan re dike.

Delîl Îsmaîl got, " Ez beriya fermanê sala 2013 li Şengalê bûm. DAÎŞ ket Şengalê ez çûm Kobanê. Lê dema Şengal hate rizgarkirin ez dîsa vegeriyam Şengalê da ku ji bo gelê Şengalê kar bikim. Ev karê sondajê karê kalkê min û bavê min bû. Min jî got ez dîsa biçim Şengalê. Hewceye her derê çiya û cihê gel lê ye, bila her der şîn bibe û dar lê şîn bibe. Ji ber ku di dema fermanê de Şengal ziwa bûbû."

Delîl Îsmaîl jî bang li Şengaliyan kir ku li warê xwe vegerin.