Bi xeta PKK’ê re pêşketinên li Başûrê Kurdistanê - I

Em vê nivîsa endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb bi nasnav Helmet bi wesîleya yekemîn salvegera şehadeta wî weke 3 beşan diweşînin.

Beşa Yekemîn a nivîsa bi sernavê “Bi xeta bîrdozî leşkerî û siyasî ya PKK’ê re  pêşketinên li Başûrê Kurdistanê hatin avakirin” a şehîd Diyar Xerîb (Helmet)wiha ye:

Têkçûna 1975’an a tevgerên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê, li ser tevahiya gelê Kurdistan û bi taybet jî li ser gelê Başûrê Kurdistanê bandoreke neyînî çêkir. Hêviya PDK’ê bi tevgera Îlonê re di gelê Kurd de ava kiribû di 24 saetan de tine bû. Gel dît ku Barzanî û PDK ji pêvajoyê re nebûne bersiv. Vê rêveberiyê derxist holê ku di rojên zehmet de bêçare ye û bêyî alîkariya hêzên derve nikare li ber xwe bide. Li gor karaktera xwe ya bîrdozî û çînî çareserî û berxwedaneke xwe disipêre hêza xwe (gel) nikarîbûn esas bigirin.

Îran û Iraq bi Pakta Cezayîr a di dîroka 06.03.1975 de li hev kirin. Piştî vê peymanê Îranê alîkariya dida PDK’ê sekinand. Piştî vê peymanê Barzanî û rêveberiya PDK’ê bi awayekî bêçare biryara bidawîkirina tevgera Îlonê dan. Lê belê tevgera Îlonê 14 salan dewam kiribû û gihiştibû derfetên maddî yên mezin. Ji Kurdan û dostên Kurd ji her alî ve alîkarî dihat. Di gelê Kurdistanê de hêviyeke mezin ava kiribû. Ji ber vê jî bi qasî hêviya ava kiribû, piştî vê bûyerê ew qas jî bêhêvîtî ava kir. Hişt ku di gel de çanda berxwedan û serhildanê bişike. Rewşa niha li holê ye, yê herî zêde ev rewş jiya jî gelê Başûrê Kurdistanê bi xwe bû.

Beriya têkçûna tevgera Îlonê jî karaktera vê tevgerê yanî ya tevgera Barzanî ji aliyê Koma Marksîst Lenînîst a Kurdistanê ve dihat zanîn. Vê tevgerê ji bo ciwan, dînamîk, çepgir û şoreşger bûn biryara berxwedanê da. Helwesta PDK û Barzanî bi tundî rexne kirin, ji gel re gotin ku li pey Barzanî neçin û li ber xwe bidin. Vê seknê kir ku di nav gel û bi taybet di nav ciwanan de hêdî hêdî hêvî çêbibe.

Xalê Şehab (Sekreterê Komeleya Marksîst Lenînîst a Kurdistanê), Cafer Ebdulwehîd û hevalên wî ji aliyê rejîma BAASve sala 1975-1976’an bi sedema dirûşma, ‘Kêm bijî weke mêran bijî’ gotine, hatin îdamkirin. Û vê seknê berxwedan xurt kir. Li derveyî zindanan jî Aram (Şasiwar Celal) ê pêşengî kir, berxwedan xurt kir û hêdî hêdî ji serhildana gel a 1976’an re zemîn amade kir. Lê belê piştî 31.01.1978 Aram ji aliyê BAAS ve hat qetilkirin Elî Esker, Dr. Xalid Seîd, Tahir Walî Beg û gelek pêşmergeyên Komala li Colemêrgê ji aliyê PDK’ê ve hatin qetilkirin. Di encama van cinayetan de xeta çepgir, sosyalîst û şoreşger zeîf bû, xeta bûrjûvaya biçûk a feodal komprador jî careke din derket pêş.

Xeta çepgir a şoreşger a Komala pêşengtiya wê dikir, di nav tevgerên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê heta sala 1984’an rola xwe lîst. Ev xeta sala 1979’an navê xwe weke “Komela Rêncberan a Kurdistan” guhert, di konferansa 1984’an a Komala de hat tesfiyekirin. Piştî wê kontrola tevgera Kurd bi temamî ket destê çîna navîn.

Di navbera salên 1976 û 1984’an de Komala û ciwanên Kurdistanê hêz û moralên xwe ji tevgerên neteweyî, sosyalîst û çepgir ên li cîhan, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê pêş diketin digirtin. Ji ber piştî sala 1975’an gel û çînên bindest li hemberî pergala mêtinkar a serwer dest bi serhildanê kiribûn. Serketina gelê Vîetnam a li hember Amerîkayê, li Etiyopyayê serketina tevgerên çepgir, têkoşînên li Yemen û Afganistanê, tevgerên ciwanan ên li cîhanê bandor kir. Di vê demê de tevgera Kurd li Bakur û Rojhilat di nav têkoşîneke raperînê de bû. Vê serhildanê tesîr li ser gelê Kurd ê li Başûr û tevgerên wan kir. Gelê Başûr ji sala 1947’an heta sala 1975’an tenê li Başûr têkoşîneke Kurd didît, vê jî di aliyê moral de bi awayekî neyînî bandor dikir. Lê belê dema sala 1976’an li Bakurê Kurdistanê tevgereke Kurd û têkoşîna wê dît, vê bandoreke erênî çêkir.

Pêwîst e mirov bandora PKK’ê ya di destpêkê de weke bandoreke giştî bigire dest. Bi taybet piştî Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an PKK’ê bi berxwedana leşkerî re li Başûr bandora xwe roj bi roj zêde kir. Hatibû bihîstin ku PKK’ê li hember Tirkan dest bi şer kiriye. Wê demê gel nikarî bêje, PKK. Hinekan Erebiya wê ‘Hizbî Amal’,hinekan jî bi awayê ji pêşmergeyan fêr bibûn digotin, ‘Karker’. Tam nehatiba fêmkirin jî digotin, “Tirkiye welatekî mezin ê NATO ye. Ev demeke dirêj e Kurdan li hemberTirkiyeyê şer nekirine, ji ber vê jî wê şerê bi Tirkiyeyê re hêsan nebe.” Ligel van gotinan hinek kesên kamil ên hinekî haya wan ji bûyer û diyardeyan hebûn digotin, “Heke Kurdên li Tirkiyeyê rabin ser piyan em ê hemû azad bibin.” Wan kesan ji vê yeqîn dikirin; heta pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê çareser nebe, li ti welatan pirsgirêka Kurd çareser nabe. Pêşketineke din a di wê demê de rû dabû jî ew bû ku dihat gotin, “Karker, ji bo pevçûna di navbera partiyên Kurd de çareser bibe bi rola navbeynkariyê rabûne.” Ev bikî nekî pêşketineke xwedî bandor bû.

Dîsa di navbera salên 1981 û 1986’an de li Başûr YNK-Partiya Gel hebû. Samî Abdurrahman serokê vê partiyê bû. Ya balkêş jî di navbera PDK, PASOK, partiyên sosyalîst û komunîst de şerekî mezin hebû. Di navbera PDK-Î û Komala Rojhilat de jî car caran şer çêdibûn. Di navbera PDK’ya Başûr û partiyên Rojhilat de jî cih bi cih şer û pirsgirêk derdiketin. Bêguman wê demê ji aliyê her kesî ve dihat zanîn ku PKK partiyeke nû ye, derfet û hêza wê jî kêm e. Lê belê helwesta wê ya têkildarî aştiya hundir, lihevkirinê û avakirina yekîtiya neteweyî moral û hêz dida gel û ciwanan. Vê helwesta PKK’ê kir ku sempatiya her kesên navê wê hê nû bihîstibûn jêre çêbibe. Her kesî jî digot ku PKK ji yên din cudatir e. Gelê Başûr bi taybet jî diyar dikir ku tarzê şer û jiyana PKK’ê ji partiyên Kurd ên din cudatir e, naşibin yên li Başûr û Rojhilat. Didîtin ku tarzê PKK’ê xwedî uslûbeke nû ye, ciddî û bi disîplîn e. Yek jî PKK’ê aşkera ji her kesî re digot, “Ez ji bilî gelê xwe pişta xwe nadim kesî, bi hêza xwe û gelê xwe ez ê vê şoreşê pêk bînim.” Gel jî didît ku PKK di nav bêderfetiyan de dijî û bi derfetên kêm qîma xwe dianîn. Heta sala 1988’an gelê Başûr nav, tarz û rêbaza PKK’ê bihîstibû ûtevlîbûnên nav PKK’ê jî dest pê kiribûn.

Ji nivîsên Diyar Xerîb Mûhammed

Werger: Yekta Şoreş

Wê bidome...