Şandeya Jinê ya Navneteweyî li KE'yê li ser tecrîdê hevdîtin kir

Heyetek ji Şandeya Jinê ya Navneteweyî têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serdana Konseya Ewropayê (KE) kir.

Şandeyek Jinê ya Navneteweyî ku ji aliyê Tevgera Jinê ya Azad a Kurdistanê ve hate birêxistinkirin, ji bo balê bikişîne ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girava Îmraliyê di nava tecrîdeke mutleq de ye û 22 meh in agahî jê nayê wergirtin, serdana Konseya Ewropayê kir. Şandeyê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku şande tevlî hin rûniştinên li komîteyên cuda yên Konseya Ewropayê bû, li gel hevdîtina bi hin parlamenteran re her wiha bi hin kesên ku di nava komên cuda yên konseyê de dixebitin hevdîtin kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di hevdîtinan de girîngiya 'mafê hêviyê' hatiye destnîşankirin û hate bibîrxistin, ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê destnîşan kiriye ku girtî divê karibin bi malbat û parêzerên xwe re timî hevdîtinan bikin.

Şandeyê diyar kir ku hin endamên Konseya Ewropayê soz dan ku di raporên xwe de yên ji niha û pê ve biweşînin wê balê bikişînin ser van mijaran.

Di hevdîtinan de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk li gorî hikumên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tevnagere. Şandeyê diyar kir ku muxatab jî li gorî lezgîniya hevdîtina bi Abdullah Ocalan tevnagere û got, "Şande bi israr dixwaze ku hemû parlamenterên Konseya Ewropayê divê zextê li medyayê bike ji bo pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê baş bê fêhmkirin bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo ev welat li gorî pêwîstiyên hurmeta li mafên mirovan tevbigere û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bi cih bîne, hewl bê dayin."