Êrişên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin

HPG'ê ragihand ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser qada Werxelê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin û diyar ki rku li Kanî Masî sivîlek di encama bombardûmana dagirkeran de bi giranî birîndar bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ev agahî parve kire:

"Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;

Êvara 25'ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand.

25'ê Îlonê saet di navbera 22:10-00:00 de li herêma Avaşînê li qadên Girê Silêman, Girê Sor, Girê Spî, Mervanos, Tabûra Ereban, Banistayê liv û tevgera helîkopteran hebûn. Di heman demê de Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Întîkam û Mamreşo bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

24'ê Îlonê saet di navbera 09:00-10:00 de li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Edînê û Serarû ji qereqolên li ser sînor bi obus û hawanan hate bombekirin. Ji ber vê bombardûmanê xisara madî li mal û baxçeyên xelkê me yê Başûrê Kurdistanê bû û sxelkê me neçar ma ku gundên xwe biterikîne.

25'ê Îlonê saet di navbera 22:30-00:30'î de li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan. Heman saetê qadên Koordîne, Qela Qumriyê, Kêste, Girê Şehîd Çiya, Dola Derarê û zeviyên gundê Êdinê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

25'ê Îlonê ji saet 18:00 heta sibeha 26'ê Îlonê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê zeviyên Hirorê, Kêste û Qela Qumriyê ji qereqolên li ser sînor bi obus û hawanan hatin bombekirin. Ji ber bombardûmanê xisar li malên xelkê me bû.

Di encama van êrişên nemerdane yên artêşa Tirk a dagirker de ku yekser li dijî xelkê me yê sivîl tê kirin, welatiyekî me yê sivîl ê li gundê Hirorê bi giranî birîndar bû.

25'ê Îlonê saet di navbera 21:30-22:50'î de li herêma Zapê qada Çemço bi qereqolên li ser sînor bi obus û hawanan hate bombekirin."