Çete li Efrînê şerê hev dikin

Çeteyên Tumena Hamza ya girêdayî Dewleta Tirk li Efrînê êrîşî malbatekî Xûtayê ya piştî dagirkirina bajar û şûnde bicih kiribû kirin. Şerê piştî êrîşa ku 2 zarok mirin û şûnde destpêkir, dewam dike.

Li Efrîn a di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye alozî û krîz bi dawî nabin. Çeteyên dewleta Tirk ên li dijî xwecihiyên herêmê her cûre êşkence, girtin, revandin, xwestina fîde û sûcên şer kirinê didomînin, li ser bingehê guhertina demografiya herêmê êrîşî malbatên ku anîne Efrînê dikin.

Îro saet 16:00’an koma Ahmed Zakoûr a ji Tumena Hamza agirêdayî koalîsyaon çete ya ‘Artêşa Mîllî’ ya dagirker li Muhamediyê bombe avêtin dikana malbatekî Xutayê ku piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li herêmê hatibû bicihkirin.

Koma ku piştre êrîşî malbatekî din kir, bi koma çete ya Ceyş El Îslam re şer kirin.

Di şer de sivîl hatin kuştin û birîndar kirin, heta niha 2 zarok mirine. Aloziya li bajar dewam dike.