Çalakiya TAJÊ: Ne ji PKK'ê bûya niha Êzidî nebûna

Çalakiya Kondanînê ya ku ji aliyê TAJÊ ve hatî destpêkirin kete roja çaran. Berpirsên sazî û dezgehên Şengalê ku serdana kon kirin gotin, ''PKK ne terorîst e, ne ji PKK'ê bûya niha wê Êzîdî nebûna.''

Çalakiya kondanînê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) danî kete roja 4'an. Meclîsa Gel a Şengalê, Navenda Çand û Hunerê û Saziyan Mamosteyan a Şengalê îro çalakî dewr girtin.

Her wiha Rêvebera Navçeya Sînanonê Xwedêda Çûkê, Serokê Eşîrên Êzîdiyan, oldar û Semîr Şêx Derwîş jî serdana kon kirin.

Dema dewrkirina nobetê Emdana Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî Neam Bedel xêrhatin li serdanvanan kir û got, ''Em civaka Êzîdî tişta ku ji destê me were em ê texsîr nekir. Çawa ku PKK'ê piştevaniya me kiribe lazim e em jî piştevanê wan bin. Fikra ku dane ber me, em ê tim pê re bin. PKK her carê bi hawara gelên bindest ve diçe. Li Şengalê jî ji bo parastina civaka me şehîd dan. Em dibêjin PKK ne terorîst e. PKK partiya heq û sincê ye. Hêzên weke Tirkiyê ku her deverê dagir dikin, terorîst ew in. Em slavên xwe ji gerîlayên serê çiya re dişînin. Em dibêjin em tim li pişt wan in.''

Serokê Eşîra Feqîran Feqîr Berekat jî xwest ku PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin û got dema Fermana 73'an tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên azadiya Kurdistanê bi hawara wan ve hatine, PKK ji gelên bindest re bûye destek û li Şengalê gerîlayan bi lehengiya xwe dîrokek nivîsandine.

Kerwan Şengalî li ser navê Navenda Çand û Hunerê axivî, diyar kir azadbûna Ocalan azadiya hemû gelên bindest e. Şengalî jî got dema fermanê tenê PKK bi hawara wan ve hatiye.

Xêrî Ednan li ser navê Meclîsa Gel a Şengalê axivî û got ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û berxwedana gerîlayan a li dijî dagirkeriya Tirk slav kir.

Rêveberiya navçeya Sînonê Xwedêda Çûkê jî piştevaniya xwe ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd nîşan da û got, ''Ji PKK'ê re terorîst dibêjin ew bixwe terorîst in û rêxistinên terorîst ên weke DAÎŞ'ê avadikin. ''

Heman demê Serokeşîra Feqîran Berkat Sincar got, ''Em qebûl nakin ku ji PKK'ê re terorîst were gotin. Ji ber ku, ne ji PKK'ê bûya niha wê civaka Êzîdî nebûya. PKK xwedî heqekî mezin e, çikû çi kesê ku neheqî lê tê kirin PKK bi hawara wan ve diçe. Xwezî her kes weke PKK'ê li ser rêya heqiyê bimeşiya. Ez bang li civaka Êzîdî idkim ku werin ser warê xwe.''