'15'ê Tebaxê bû mifteya azadiyê'

Gerîlayên YJA Star û HPG'ê diyar kirin ku ruhê 15'ê Tebaxê li Heftanînê didome û biryardariya dewamkirina berxwedanê nîşan dan.

Gerîlayên YJA Starê Penaber Botan û Roj Şoreş û gerîlayên HPG'ê Alî Xebat û Welat Cûdî diyar kirin ku ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê li Heftanînê di berxwedanê de dewam dike.

Gerîlaya YJA Starê Penaber Botan: Pêngava 15'ê Tebaxê destpêkê li Rêber Apo, fermandarê mezin hevrê Agît û şehîdên şoreşê hemûyan pîroz be. Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd ji nû ve vejîn e, gaveke dîrokî ye. Fîşeka destpêkê ya ku bi pêşengiya hevrê Agît hate teqandin, tirseke welê xist dilê dijmin ku dijmin beriya gavekê biavêje nava xaka me hezar carî fikirî. Rastiya gerîla ku bi Pêngava 15'ê Tebaxê hate afirandin, niha li Heftanîn û Xakurkê tê dîtin. Hevrêyên me ku niha li çeperan li dijî dijmin şer dikin, bi ruh û hişmendiya 15'ê Tebaxê têdikoşin.

'CENGA HEFTANÎNÊ DEWAMA PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ YE'

Gerîlaya YJA Starê Roj Şoreş: Xeta lehengiyê ya 15'ê Tebaxê li Heftanînê niha li Heftanînê bi xurtî dewam dike. Eger niha li Kurdistanê têkoşîn û berxwedan heye, eger gelê me dikare li dijî dijmin helwesta xwe nîşan bide, ev yek destketiyeke 15'ê Tebaxê ye. Bi pêngava 15'ê Tebaxê ya bi pêşengiya fermandar Agît re rastiyeke cuda ya Kurdan hate afirandin. 15'ê Tebaxê raperîneke dîrokî ye, şoreşeke dîrokî ye.

Gerîlayê HPG'ê Alî Xebat: Xet û lehengiya ku bi 15'ê Tebaxê re derkete holê di vê serdemê de li Rojava şoreş afirand. Kurd, Ereb, Suryan bi kurtasî gelên bindest hemû li hev kom bûn û ji bo jiyaneke azad berê xwe dan berxwedanê. Eger di vê demê de şerê gel ê şoreşgerî yê li dijî faşîzmê geş dibe, pêwendiya vê yekê bi fîşeka ku di 15'ê Tebaxa 1984'an de hate teqandin heye. Em bi berxwedana Heftanînê salvegera 15'ê Tebaxê pêşwazî dikin. Ji bo me ev rewş bi wate ye. Çawa ku fermandar Agît fîşeka destpêkê berda dagirkeriyê, em jî weke şopdarên wî li Heftanînê li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin, ji bo azadiyê şer dikin. Di vê demê de li ser şopa Fermandar Agît li Heftanînê bi hêrsa fîşeka ku wî avêtiye, pêngav û berxwedana 15'ê Tebaxê dewam dike.

Gerîlayê HPG'ê Welat Cûdî: Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê me rêya ber bi ronahiyê ve ye. Dijmin heta jê hat hewl da Kurdan tune bike, di vê mijarê de xwe qalih kiribû û jê hebû ku Kurd wê careke din nikare xwe komî ser hev bike û li ber rabe. Dijmin çand û jiyan jî li Kurdan zêde didît. Pêngava 15'ê Tebaxê dijminê barbar ê ku Kurd qir dikir ji hev xist. Dijmin hewl da ku vê pêngavê bi gelek rê û rêbazên şerê taybet têk bibe, her wiha bi xeta xiyanetê xwest ku pêşî li vê pêngavê bigire. 15'ê Tebaxê bandoreke mezin li gel û dijmin kir û rastiyeke welê afirand ku xeta xiyanetê têk dibir. Li Kurdistanê bi navê azadiyê çi hebe, di bingeha wê de para mezin a Pêngava 15'ê Tebaxê heye. Lewma 15'ê Tebaxê çavkaniya bedewiyan hemûyan e.