12 jin û zarokên DAÎŞ’î ji El Holê anîn Fînlandiyayê

Hate ragihadin ku 3 jinên hemwelatiyên Fînlandiyayê û 9 zarok roja Yekşemê ji Kampa El Hol a Sûriyeyê anîne Fînlandiyayê.

Yek ji rojnameya herî mezin a Fînlandiyayê Helsîngîn Sanomat diyar kir ku DAÎŞ’î ji Kampa El Holê anîne Fînlandiyayê.

Rayedarên Wezareta Parastinê ya Fînlandiyayê ev nûçe piştrast kirin û diyar kir ku jin û zarok bi derfetên xwe ji kampa El Holê derketine, derbasî Tirkiyeyê bûne û bi alîkariya Sefareta Fînlandiyayê ya li Enqereyê hatine welat.

Li gorî rayedaran 3 malbat di biharê de ji kampa El Holê reviyane û ketine Tirkiyeyê. Sefareta Fînlandiyayê jî bi hevkariya rayedarên Tirk ji bo jin û zarok werin Fînlandiyayê pasaportên wan amade kirine.

Rayedarên Tirk û ajansa nûçeyan a Fînlandiyayê Yle 12 jî diyar kir ku ev hemwelatiyên Fînlandiyayê roja Yekşemê bi balefirê ji Tirkiyeyê bi rê ketine.

Alîkarê Musteşarê Wezareta Karê Derve Pekka Pûûstînen diyar kir ku rewşa van jin û zarokan baş e û derbarê çawa derbasî Tirkiyeyê bûne jî tu agahî neda.

ENDAMÊN DAÎŞ’Ê YÊN LI KAMPA EL HOLÊ LI WELAT BÛBÛN SEDEMA KRÎZÊ

Aqûbeta herî kêm 10 jin û 30 zarokên hemwelatiyên Fînlandiyayê yên li Kampa El Holê li welat bûbûn sedema nîqaş û rexneyan.

Derketibû holê ku Wezîrê Karê Derve yê wê demê Pekka Haavîsto ji bo ev jin û zarokên DAÎŞ’î ji ser Hewlêrê werin Fînlandiyayê bi navê ‘Operatîon Corpî’ planek çêkiribû û Haavîsto bêyî ku agahiyê bide partiyên di nav koalîsyon û mûxalefetê xwestibû vê planê pêk bîne.

RÊVEBERIYA ROJAVA LI DIJÎ VÊ YE KU ZAROK JI DAYIKÊN XWE WERIN VEQETANDIN

Di Kanûna borî de partiyên hikumetê ji bo aqûbeta hemwelatiyên Fînlandiyayê yên li Kampa El Holê li hev kiribû. Ji bo hatinê wê alîkarî bidana zarokan û tu alîkarî nedana dayikan.

Rêveberiya Xweser a Rojava diyar kiribû ku veqetandina zarokan a ji dayikan dûrî mirovayetiyê ye û vê pêşniyaza Fînlandiyayê red kiribû. Hevserokê Konseya Karên Derve ya Kantona Cezîreyê Abdulkerîm Omar diyar kiribû ku ew ê destûrê nedin ku zarok ji dêyên xwe veqetin.