CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Qirkirina Ermeniyan: Li Erîvanê merasîma bîranînê
Di salvegera 109’an a Qirkirina Ermeniyan de, li paytexta Ermenistan Erîvanê merasîmeke bîranînê ya bi heybet hate lidarxistin. -
Îranê hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyeyê kêm kir
Çavkaniyekî nêzîkî Hizbullaha Libnanî û Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandin ku Îrana her ku diçe rû bi rûyê êrîşên Îsraîlê dimîne, hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyeyê kêm dike. -
Li peravên Cîbûtî keştiya koçberan noqî avê bû: 16 kes mirin û 28 kes wenda ne
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) roja Sêşemê ragihand ku ji ber binavbûna keştiyeke koçberan li peravên Cîbûtî herî kêm 16 koçberan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Çînê ji ber barana zêde alarm hate dayin
Li bajarê Gûangdongê yê Çînê ku navenda hilberînê ye, ji ber barana zêde alarma sor hate dayin. -
Çekên teqîner di sala 2023’yan rê li ber zirareke mezin vekir!
Handicap International daxuyand ku çekên teqîner di sala 2023’yan de zirareke “mînaka wê nayê dîtin” da sivîlan. -
Polonya amade ye ku malûvaniyê ji çekên nukleer re bike!
Polonyayê ragihand ku ew li dijî “gefa Rûs” amade ye ku malûvaniyê ji çekên nukleer re bike. -
Koreya Bakur ber bi Derya Japon ve fuzeyeke balîstîk avêt
Artêşa Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur fuzeyeke balîstîk ber bi Derya Japon ve avêtiye. -
Li Çînê lehî rabû: 11 kes winda bûn, bi deh hezaran kes hatin tehliyekirin
Li başûrê Çînê ji ber barana zêde lehî rabû. Herî kêm 11 kes winda bûn û bi deh hezaran kes hatin tehliyekirin. -
Serokkomarê Îranê wê serdana Pakistanê bike
Hikûmeta Pakistanê ragihand ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî wê ji roja Duşemê heta Çarşemê serdana Pakistanê bike. -
Tevgera Têkoşîna Îslamî ya Iraqê li Îsraîlê xist
Tevgera Têkoşîna Îslamî ya Iraqê ragihand ku wan baregeheke li bajarê Îlatê yê Îsraîlê hedef girtiye. -
Êrîşî baregeha Heşdî Şebî hate kirin
Li bajarê Babîl a Iraqê êrîşî baregeha leşkerî ya Heşdî Şebî hate kirin. Hate diyarkirin ku di êrîşê de kesek hatiye kuştin û 7 kes birîndar bûye. -
Reîsî di daxuyaniya xwe de qala teqîna li Îsfehanê nekir
Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî çend saetan piştî teqîna li Îsfehanê daxuyaniyek da lê belê di daxuyaniya xwe de qala teqîna li Îsfehanê nekir. -
Li Hindistanê hilbijartina giştî destpê kir
Ji bo hilbijartinên parlamentê yên şeş hefteyan dewam dikin, bang li gelê Hindistanê hate kirin ku tevlî dengdanê bibe. Dengdanê vê Înê destpê kir. Favoriyê hilbijartinê jî serokwezîrê neteweperest Narendra Modî ye. -
Li gorî CIA’yê ger alîkariyek cidî nebe dibe ku Ûkrayna îsal şer winda bike
Karbidestek CIA'yê roja Pêncşemê ragihand ku ger DYE’ê alîkariyek cidî nede, wê Ûkrayna heta dawiya sala 2024'an şerê li dijî Rûsyayê winda bike. -
Îdîaya ‘Îsraîlê li Îranê xist’
Qenalên televîzyonên li DYE’yê diyar kirin ku Îsraîlê êrîşa hewayî li ser Îranê pêk anî. Îranê jî êrîş derewand. -
Li Elmanyayê bi gumana sîxuriyê du Rûs hatin girtin
Li gorî daxuyaniya dozgeriya federal a Elmanyayê du Rûs yên ku bi gumana ji bo sabotekirina piştgiriya leşkerî ya ji Ûkraynayê re plansaziya çalakiyên sabotajê kirine, hatine girtin. -
Yekîtiya Ewropayê hin pêkanîn li ser Îranê ferz kir
Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê biryar daye li ser hilberînerên fuze û balafirên bêmirov ên Îranê pêkanînên nû ferz bike. -
Li Endonezyayê volkan teqiya, xeteriya tsûnamiyê rû da
Li Endonezyayê roja Pêncşemê volkan teqiya û hişyariya tsûnamiyê hate kirin. Bi hezaran kes hatin veguhestin. -
Nasnameya 50 hezar leşkerên Rûsyayê yên ku di şerê Ûkraynayê de mirin hate tespîtkirin!
Servîsa BBC’ê ya Rûsî û malpera dijîtal Medîazonayê îdia kirin ku wan nasnameya zêdetirî 50 hezar leşkerên Rûsyayê yên li Ûkraynayê hatine kuştin, tespît kirine. -
Li Darfûrê şerê giran: Herî kêm 25 sivîl hatin kuştin
Li Darfûr a Bakur ku artêşa Sûdanê û hêzên paramîlîter li dijî hev şer dikin, li bajarekî herî kêm 25 sivîl hatin kuştin. -
Li Dûbaî, Ûmman û Bahreynê kaosa ji ber baranê
Li Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, Ûmman û Bahreynê barana zêde bandoreke neyînî li jiyana rojane kir. -
Di êrîşa Îsraîlê de fermandarên Hîzbûllahê hatin kuştin
Piştî êrîşa Îranê ya li ser Îsraîlê ku weke bersivdanê pêk anî, Îsraîlê careke din êrîş bir ser Hîzbûllah a Lubnanê û gelek fermandarên wê kuşt. -
Li gorî Ûkraynayê 37 hezar sivîl û leşker winda ne
Li gorî daxuyaniya rayedarên Ûkraynayê ji destpêka dagirkeriya Rûsyayê û heta niha nêzî 37 hezar sivîl û leşker winda ne. -
Li Xezeyê hejmara miriyan nêzî 34 hezarê bû
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara miriyên li Xezeyê nêzî 34 hezarê bûye. -
Li Endonezyayê bîlançoya hezazê giran bû
Li eyaleta Sûlawesî ya Endonezyayê hejmara mirovên ji ber hezazê jiyana xwe ji dest dan bû 20 kes.