CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Şerê Xezeyê di roja 123'an de ye
Li gorî bîlançoya nû ya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, di êrîşên Îsraîlê de heta niha 27 hezar û 585 kes hatin kuştin. -
Wezîrê Parastinê yê Tirk li Bexdayê ye
Di navbera dewleta Tirk û dewletên herêmê de rojên dawî di astên cuda de hevdîtin têne kirin. -
Li Şîliyê şewata li daristanan: Hejmara qurbahiyan bû 112 kes
Li herêma Valparaîso ya Şîliyê, ku cihekî tûrîstîk e, ji ber şewata li daristanan herî kêm 112 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tirs û fikar hene ku hejmara qurbaniyan hîn bêhtir zêde bibe. -
Li Xezeyê hejmara miriyan bû 27 hezar û 365 kes
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê û vir ve de hejmara yên ku li Xezeyê jiyana xwe ji dest dane bû 27 hezar û 365 kes. -
Li Şîliyê şewata li daristanan: Herî kêm 51 kes mirin
Li Şîliyê agir bi daristanan ket. Herî kêm 51 kesan jiyana xwe ji dest dan. Heta sibeha Yekşemê jî ji 90 deverên ku agir bi daristanê ket, li 30 deveran şewatê dewam dikir. -
Artêşa Îsraîlê: Li Lubnan û Sûriyeyê me bombe li hezaran 'hedefên' Hîzbûllahê barand
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji meha Cotmehê dema destpêkirina şerê li Şerîda Xezeyê û vir ve wan bombe li 3400 hedefên Hîzbûllahê yên li Lubnanê, 50 nuqteyên Hîzbûllahê yên li Sûriyeyê barandine. -
DYE’yê li Iraqê êrîş kir: 16 kes hatin kuştin
Berdevkê Hikûmeta Iraqê ragihand ku di encama êrîşên Emerîkayê yên li ser Iraqê de 16 kesan jiyana xwe ji dest daye. -
Li Xezeyê hewcedariya 1 mîlyon zarokan bi alîkariya tenduristiya ruhî heye
Li gorî texmînên Fona Piştgiriya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hema bêje hemû zarokên li Şerîda Xezeyê hewcedariya wan bi alîkariya ruhî hene. -
Li Elmanyayê grev: Li gelek bajaran çûnûhatin xitimî
Li Elmanyayê xebatkarên çûnûhatinê yên herêmî dest bi grevê kirin. Li gelek bajaran çûnûhatina otobus, metro û tramvayan sekinî. -
Li gorî Îsraîlê 10 hezar endamên Hamasê hatin kuştin
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê îdîa kir ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di şer de 10 hezar endamên Hamasê hatine kuştin. -
Cotkarên Yewnanistanê bi sedan traktoran çalakî li dar xistin
Li Yewnanistanê, nêzî 300 traktor û bi dehan kamyonên mêşên hingiv li lêdana qorneyan û bi hilgirtina alên reş û spî li navenda Selanîkê ku fûara sereke ya çandiniyê lê dihat lidarxistin, kom bûn. -
Êdî li Xezeyê jiyan nepêkan e: Hejmara miriyan 27 hezar darbas kir
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di roja 118’an a şer de bîlançoyek nû parve kir û ragihand ku hejmara miriyên ji ber êrîşên Îsraîlê bûye 27 hezar 19. -
Ermenistan bû endamekê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî
Hate ragihandin ku Ermenistan bi awayekî fermî bûye endamê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî. Ev biryar bû sedema nerazîbûna Rûsyayê. -
DYE: 10 droneyên Hûsiyan, 3 jî droneyên Îranê hatin xistin
Artêşa DYE'yê ragihand ku li hemberî serhildêrên Hûsî yên li Yemenê ku gefê li deryakariya li Derya Sor dixwin, hin operasyonên leşkerî kirine û di encamê de 10 jê yên Hûsiyan bi giştî 13 drone xistine. -
Elmanya hewl dide bi qerta nû pêşiya pereşandina penaberan bigire
Li Elmanyayê ji bo penaberan qerteke nû ya peredayînê dixe meriyetê. Ev qert roja Çarşemê di encam li hevkirina 4 eyaletan wê di demsala havînê de li Elmanyayê bê bikaranîn. -
Li Şerîda Xezeyê hejmara miriyan nêzî 27 hezar
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê heya niha li Şerîda Xezeyê 26 hezar û 900 kesî jiyana xwe ji dest dane ku piraniya wan jin, ciwan û zarok in. -
Hûsiyan li Derya Sor êrîş birin ser keştiya şer a DYE'yê
Piştî daxuyaniya artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li ser xistina fuzeyekê, serhildêrên Hûsî yên Yemenî roja Çarşemê ragihandin ku li peravên Yemenê êrîş birine ser keştiyeke şer a DYE'yê. -
Li Urdunê 3 leşkerên Emerîkayê hatin kuştin
Artêşa Emerîkayê ragihand ku di êrîşa balafira bêmirov a li Urdunê de 3 leşkerên wan hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûne. -
Îranê li Kendavê keştiyek desteser kir
Hat ragihandin ku Îranê li Kendavê keştiyeyeke biyanî bi hinceta ku qeçaxçitiya benzînê dike, desteser kir û 14 muretebatên wê binçav kirin. -
Li Elmanyayê her kes li benda hilbijartinên Saale-Orlayê ye
Li Elmanyayê piştî ku bi sed hezaran di hefteyên dawî de daketin qadan, her kes li benda hilbijartinên tura duyemîn a li Saale-Orlayê ya li herêma Thuringen e. -
Li Şerîda Xezeyê herî kêm 165 Fîlîstîniyên din hatin kuştin
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ji 7'ê Cotmehê û vir ve 26 hezar û 422 Fîlîstînî di êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin. -
Encûmenên hindekahiyên olî yên parêzgeha Nînowayê sond xwarin
Encûmenên hindikahiyên olî yên li parêzgeha Nînowayê hatin hilbijartin sond xwarin û dest bi wezîfeya xwe kirin. -
Li Arjantînê qadeke ji 600 hektarî şewitî
Li gorî medya Arjantînê, ji ber şewata li Parka neteweyî ya Los Alerces a Patagonyayê bi sedan hektar şewitî. Şewat ji kontrolê derket. -
Îranê di heman demê de sê peyk şand fezayê
Îranê ragihand ku yekemcar di heman demê de sê peyk şandiye fezayê. Bi vî rengî li gel pêkanînên dewletên Rojavayî di karê pêşvebirina fezayî û hewakariyê de gaveke din avêt. -
Alîkariya madî ya ji bo Filistîniyan rawestiya: NY’ê banga berdewamiya alîkariyê kir
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li welatên ku alîkariya malî ya ji bo Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo penaberên Fîlîstînî (UNRWA) sekinandiye kir ku, alîkariya jiyanî ya ji bo du mîlyon mirovan misoger bikin.