CÎHAN
Hemû Nûçe
-
AfD a bi neo-Naziyan re hevdîtin kir hat protestokirin
Li Hambûrgê li dijî civîna neo-nazîst û endamên AfD’ê ya li Potsdamê çalakî hate lidarxistin. -
Çînê gef li Taywanê xwar: Em ê hewlên serxwebûnê bişkînin!
Wezareta Parastinê ya Çînê beriya hilbijartinên Serokkomariyê yên li Taywanê, gefa ew ê hewldanên serxwebûnê “bişkînin” lê xwar. -
HRW: Sala 2023’yan ji bo mafên mirovan bû saleke tirsnak
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) di rapora xwe ya salane de diyar kir ku sala 2023’yan ji Xezeyê heya Ûkraynayê û heya Sûdanê li tevahiya cîhanê ji bo mafê mirovan bû saleke pir xirab. -
Li gorî Hamasê li Xezeyê heta niha 23 hezar û 708 kes hatine kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de yên li ser Şerîda Xezeyê 23 hezar û 708 kes hatine kuştin. -
Îsraîlê xwe parast: Armanca me ne tunekirina gelê Fîlîstînê ye
Îsraîlê li dijî sûcdariyên qirkirinê yên Efrîkaya Başûr, xwe parast. Îsraîlê roja Îniyê li dadgeha herî bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku armanca wan ne ew e ku gelê Fîlîstînê tune bikin. -
Di encama bombebarana li Hartûmê de zêdetirî 30 sivîl hatin kuştin
Hate ragihandin ku di encama bombebarana li herêma niştecihbûnê ya paytexta Sûdanê Hartûmê de zêdeyî 30 sivîl hatin kuştin. -
Li Yemenê di êrîşan de 5 kes mirin, 6 jî birîndar bûn
Li Yemenê di êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îngilistanê de ku li dijî Hûsiyan hate kirin, herî kêm 5 endamên Hûsî hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn. -
Şerê Îsraîl-Hamasê pengizî Yemenê: DYE û Îngilistanê li Hûsiyan xistin
DYE û Îngilistanê li Hûsiyan xistin ku Hûsî bi armanca 'piştevaniya' bi Fîlîstîniyan re demeke li Derya Sor êrîşê dibin ser karên deryayî. Moskow, Pekîn û Tehranê nerazîbûn nîşanî êrîşê dan. Hûsiyan gef xwarin. -
Civaka Kurd a li Japonyayê dijî alîkarî da mexdûrên erdhejê
Piştî erdheja Îshîkawayê bi pileya 7.6 çêbû, civaka Kurd a li Japonyayê li bajarê Suzu kon danî û xwarina germ dan mexdûrên erdhejê. -
Ekvador ji ber tundiya têkildarî hişbirê derbasî ‘Rewşa Şer’ bû
Li Ekvadorê derheqê têkoşîna bi tundiya çeteyên sûcê û bazirganiya hişbirê ku li pey tundiya ku li wir pêk tê Serokê Dewletê Danîel Noboa daxuyand ku welat ketiye “Rewşa Şer”. -
Fînlandiya dê sînorê xwe bi Rusyayê re girtî bihêle
Fînlandiya diyar kir ku biryara girtina seranserê sînorê xwe yê bi Rusyayê re dê bidomîne û got ku Moskova qeyraneke koçê ava dike. -
Li gorî Hamasê li Xezeyê hejmara miriyan derket 23 hezar û 469 kesan
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê hejmara miriyan derket 23 hezar û 469 kesan. -
Li Kabîlê di nava hefteyekê de êrîşa sêyemîn pêk hat: 2 kes mirin
Hat ragihandin ku di teqîna ku li paytexta Efxanistanê Kabulê pêk hatî de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Rûsyayê serokê partiya çep hat binçavkirin
Serokê partiyeke çep a radîkal a Rûsyayê, di çarçoveya lêpirsîna "rewakirina terorê" de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. -
Li DEN'ê doza 'qirkirinê' ya li dijî Îsraîlê destpê kir
Li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (DEN) ya li bajarê Lahey ê Hollandayê, doza 'qirkirinê' ya ku Efrîkaya Başûr li dijî Îsraîlê vekir, destpê kir. -
Li Efganistanê bi 6.4 pileyî erd hejiya
Li herêma Hîndîkûş a li bakurê Efganistanê bi 6.4 pileyî erd hejiya. -
Li Elmanyayê cotkar û makînîst di grevê de ne
Greva cotkaran a li Elmanyayê di roja sêyemîn de didome. Greva makînîstan a ku vê sibehê dest pê kir, bandoreke neyînî li gîhaniya welat kir. Tê gotin dibe ku di pîşesaziya balafiran de jî grev çêbibe. -
Fas, di hilbijartinên serokatiya Konseya Mafên Mirovan a NY’ê de bi ser ket
Omar Znîberê ku li Cenevreyê Nûnerê Daîmî ya NY’ê ya Fasê ye, di encama dengdayînên veşartî ji bo sala 2024’an weke Serokê Konseya Mafên Mirovan hat bijartin. -
Elmanya wê jinûve çekan bifroşe Erebistana Siûdî
Hikûmeta Elmanyayê ragihand ku wê firotina fuzeyên ji bo Erebistana Siûdî pesend kiriye û ambargoya demdirêj a li ser hinardekirina çekan ji bo Riyadê rakiriye. -
Blînken: Em piştgiriyê didin pêngavên ji bo avakirina dewleta Fîlîstînê
Wezîrê Derve yê DYE’yê Antony Blînken li bajarê Ramallaha Şerîeya Rojava, bi Serokê Rêveberiya Fîlîstînê Mehmûd Ebas re hevdîtinek pêk anî û di hevdîtinê de careke din anî ziman ku DYE piştgiriyê dide gavên şênber ên ji bo avakirina dewleta Fîlîstînê. -
Şerê Xezeyê di roja 96'an de ye: 23 hezar û 357 kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku li Şerîda Xezeyê, ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 23 hezar û 357 kes hatine kuştin. -
Li peravên Yewnanistanê trajediyeke din
Hat ragihandin ku li peravên girava Mîdîllîyê ya Yewnanistanê ya li Behra Egeyê di encama noqbûna keştiya koçberan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 18 kes jî hatine rizgarkirin. -
Li DYE’yê bahoz rabû: Herî kêm 3 kes mirin
Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bahoz bû sedema balîsokan û di encamê de sê kes mirin. Ji ber ba û berfê jî li bakurê welêt bi sed hezaran mal bê elektrîk man. -
DAÎŞ'ê li Kabûlê careke din êrîş kir: 3 kes mirin
Li rojhilatê Kabûlê ya paytexta Efxanistanê, di encana êrîşekê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş girt ser xwe. -
Li Sistan-Belûcistanê polîsekî Îranê hate kuştin
Li eyaleta Sistan-Belûcistanê ya li başûrrojhilatê Îranê, di êrîşeke li ser qereqola polîsan de polîsek hate kuştin.