CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Îranê kampanyayên hilbijartinê dest pê kirin
Kampanyayên ji bo hilbijartinên giştî yên Îranê ku di 1'ê Adarê de bên lidarxistin, dest pê kirin. Di hilbijartinan de yekane tişta ku nayê zanîn rêjeya beşdarbûnê ye. -
Talîbanê 2 kes li stadyûmê li pêş çavên mirovan înfaz kir
Rejîma Talîbanê 2 mêr ên ku ji cînayetê hatibûn mehkûmkirin li stadyûmeke futbolê ya li rojhilatê welêt înfaz kir. Înfazkirin li pêşiya çavê bi hezaran kesî hate kirin. -
DYE'yê bombe li sîstema fuzeyan a Hûsiyan barand
Fermandariya Leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ya li Rojhilata Navîn (Centcom) ragihand ku roja Çarşemê sîstemên fuzeyan ên Hûsiyan ên li Yemenê çar caran hatiye bombekirin. -
Li Lubnanê hişyariya ‘bêîteatiya sivîl’
Teqawidên artêşa Lubnanê hişyarî dan hikûmetê ku ger heya roja Înê mûçeyên wan ên teqawidbûnê neyê zêdekirin, ew ê çalakiyên xwe zêdetir bikin ku heya bigihînin ‘bêîteatiya sivîl û raperînê.’ -
Muzakereyên agirbestê: Îsmaîl Haniye li Qahîreyê ye
Zextên navneteweyî ya ji bo agirbesta şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de zêde dibe. Serokê Hamasê Îsmaîl Haniye, ji bo hevdîtinek nû ji bo agirbestê roja Sêşemê çû Qahîreyê. -
Efrîkaya Başûr: Kiryarên Îsraîlê ji kiryarên apartheîdê girantir e
Nûnerê Efrîkaya Başûr li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî daxuyaniyek da û got, "Kiryarên Îsraîlê yên li xaka Fîlîstînê ji kiryarên apartheîdê yên beriya sala 1994'an ên li Efrîkaya Başûrê hîn tund û giran e." -
Welatên YE’yê banga rawestandina lezgîn a mirovahî kirin
Nûnerê Polîtîkayên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell diyar kir ku ji 27 welatên Yekîtiya Ewropayê 26’an ji bo şerê li Xezeyê banga ‘rawestandina lezgîn a mirovahî’ kirine. -
Di Forûma Civakî ya Cîhanê de peyama 'Azadî ji Abdullah Ocalan re'
Di Forûma Civakî ya Cîhanê de ku li paytexta Kathmandû ya Nepalê hate lidarxistin, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. -
ICRC çarenûsa 23 hezar kesên ku di şerê Rûsya û Ûkraynayê de winda bûne vedikole
Komîteya Xaça Sor a Navnetewî (ICRC) roja Duşemê ragihand ku ew hewl didin "çarenûsa 23 hezar kesên ku di şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê de winda bûne ronî bikin”. -
Îsraîlê Lûla weke kesê ku ‘nayê xwestin’ îlan kir
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Îsrael Katz Serokdewletê Brezîlyayê Luîz Inacîo Lûla da Sîlva ji ber ku ji bo şerê li Xezeyê gotiye ‘komkujî’ û şibandiye Komkujiya Cihûyan ew weke ‘kesê ku nayê xwestin’ îlan kir. -
Hûsiyan berpirsyariya êrîşeke din li xwe girtin
Hûsiyên li Yemenê diyar kirin ku li Kendava Adenê li keştiyeke Îngiliz xistine. Yekîtiya Ewropayê jî ragihand ku wan li Derya Sor 'mîsyoneke parastinê' dane destpêkirin. -
Hejmara mirovên li Xezeyê hatin kuştin 29 hezar kes derbas kir
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di roja 136'an de hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane 29 hezar kes derbas kiriye. -
Li Efxanistanê hezaz çêbû: 25 mirî
Hat ragihandin ku li bakurrojhilatê Efxanistanê ji ber barîna berfa zêde hezîna erdê çêbûye û herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Ji Îsraîl ji bo êrîşa li Refahê ultîmatoma ‘Remezanê’
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, diyar kir ku ew bi biryar in êrîşî Refahê bikin, di heman demê de wezîrê kabîneya şer Benny Gantz jî bi gotinên 'eger dîlgirtî heta meha Remezanê venegerin malên xwe' wê şer li her derê bidome gef xwar. -
Di şerê Xezeyê de roja 134'an: 28 hezar û 858 kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê ve li Xezeyê hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane, gihişt 28 hezar û 858 kesî. -
Artêşa Ûkraynayê ji Avdyîvkayê vekişiya
Generalê Ûkraynayî Oleksandr Tarnavsky şeva Înê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Ûkraynayê ji Avdyivkayê vekişiyaye ku di van rojên dawiyê de li Avdyîvkayê rewş her ku diçû xirabtir dibû. -
Hûsiyan berpirsyariya êrîşa li dijî tankerê petrolê yê Îngilîz girt ser xwe
Serhildêrên Hûsî yên Yemenê berpirsyariya êrîşa li dijî "tankere petrolê ya Înglîz" ya li Derya Sor ku rojek berê ji aliyê saziyên ewlekariyê û Wezareta Karên Derve ya DYE’yê ve hatibû ragihandin, girt ser xwe. -
Muxalîfê Rûs Navalnî li girtîgehê mir
Li Rûsyayê, muxalîf Aleksey Navalnî ku li girtîgeheke li Cemsera Bakur di nava şert û mercên giran de dihate hiştin, jiyana xwe ji dest da. -
Li gorî Moskowê îdîaya 'li fezayê çekên nûkleerî heye' bêbingeh e!
Rûsyayê nûçeyên di medyaya Amerîkayê de yên ku dibêjin Moskow plan dike ku çekên nûkleerî li fezayê bi cih bike wekî "bêbingeh" bi nav kir. -
Li gel hevdîtinên li ser agirbestê jî gefa Îsraîlê ya li ser Refahê dewam dike
Li gel hişyariyên ji qada navneteweyî û hevdîtinên bi Hamasê re li ser agirbestê têne kirin, Îsraîl di plana xwe ya êrîşeke berfireh a li ser Refahê de israr dike. -
Li Îran di xetên xazê de du teqîn pêk hatin
Li Îranê di xetên belavkirina xazê de du teqîn pêk hatin. Rayedaran îdia kirin ku ev kiryareke "sabotaj û terorîzmê ye". -
Abbas banga ‘îmzekirina peymaneke bi lez’ li Hamasê kir
Serokê Rêveberiya Fîlîstînê Mahmûd Abbas ji bo parastina gelê Fîlîstînê ji ‘karesateke nû’ banga ‘Îmzekirina peymaneke bi lez’ li Hamasê kir. -
Li Xezeyê 103 kesên din hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezeyê û vir ve 28 hezar û 576 kes hatine kuştin. -
Li Îranê kampanya hilbijartinê ya Meclîsa Pisporan destpê kir
Meclîsa Pisporan wê 1'ê Adarê bê hilbijartin ku meclîs ji tayînkirina Lîderê Olî berpirsyar e. Kampanya hilbijartinê destpê kir. -
NY: Sûriyeyiyên ku vedigerin welatê xwe bi êşkence û tundiya zayendî re rû bi rû dimînin
Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku penaberên Sûriyeyê yên ku vedigerin an jî tên dersînorkirin-li Sêriyeyê bi binpêkirinên mafên mirovan, êşkence û tundiya zayendî re rê bi rê dimînin.