CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Parlamenterên Spanyolî biryar dan ku alîgirên serxwebûna Katalanê bên efûkirin
Pêşnûmeya ku ji aliyê hikûmeta Sosyalîst a Pedro Sanchez a li Spanyayê ve ji bo piştgiriyê bide serxwebûnxwazan pêşniyar kiribû, li hemberî 172 dengan bi 178 dengî hate qebûlkirin. Pêşnûme li Senatoyê li hêviya dengdanê ye. -
Paşînyan ji bo endamtiya YE’yê banga şêwira neteweyî kir
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşîniyan bang li hemwelatiyan kir ku li ser îhtîmala bûyîna endamtiya Yekîtiya Ewropayê nîqaş bikin. -
Bijîşkan ji bo Îmraliyê bang kirin: Pêwîstî bi destwerdanek lezgîn heye
Koma Xebatê ya Bijîşkan a Kurd-Akadê raporek derbarê girtîgeha Îmraliyê de amadekirin û gotin, pêwîtî bi destwerdaneke lezgîn heye. -
Li Rûsyayê wê 15'ê Adarê serokdewlet bê hilbijartin
Li Rûsyayê ji bo hilbijartina serokdewlet bang li 112 milyon hilbijêrî hate kirin ku 15'ê Adarê tevlî hilbijartinê bibin. Vladîmîr Pûtîn ku çaryek sedsal e li ser desthilatdariyê ye, tê payin ku careke din bê hilbijartin. -
Li Îranê hejmara kesên ku diçin mizgeftan kêm bûye
Li gorî rapora kanala nûçeyan a Iran Internationalê ku ji sala 2017’an ve li Londonê ye, wezîrê çandê Mihemed Mehdî Îsmaîlî got ku hejmara kesên ku diçin mizgeftan niha bi awayekî "zêde" kêm dibe. -
Li Efxanistanê di sê hefteyan de herî kêm 60 kes mirin
Wezareta Afedê ya Efxanistanê ragihand ku ji ber berf û baranê di sê hefteyên dawî de li Efxanistanê herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Berlînê wê civîna Polonya-Elmanya-Fransayê bê lidarxistin
Serokwezîrê Polonyayê Donald Tûsk ragihand ku lîderên Polonya, Elmanya û Fransayê wê roja Îniyê li Berlînê têkildarî mijara Ûkraynayê civîneke lezgîn lidar bixin. -
Lihevkirina çekan a DYE û Polonyayê
Her ku diçe ragêşiya li gel Rûsyayê zêde dibe, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) jî li gel Polonyayê lihevkirina çekan qebûl kir û di mijara ‘tehdîda Rûsyayê’ de hişyarî da. -
Li Sûdanê 230 hezar dayik û zarok ji ber birçîbûnê li ber mirinê ne
Saziya civakî ya sivîl Save the Chîldren ragihand, li Sûdanê ku saleke di navbera du generalên hevrik de şer diqewime, 230 hezar zarok û jin ên ducanî yan jî nû zarok aniye dinyayê 'ji ber birçîbûnê di bin rîska mirinê de ne'. -
Li Xezeyê di 4 mehan de zêdeyî 12 hezar û 300 zarok hatin qetilkirin
Saziya Alîkariya bi koçberên Fîlîstînî re ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ragihand, ku li Xezeyê di nava 4 mehan de zêdeyî 12 hezar û 300 zarok hatine kuştin. -
Îsraîlê di 5 mehan de êrîşî '4 hezar û 500 hedefên Hizbullahê' kir
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji destpêka şerê li Xezeyê heta niha 4 hezar û 500 hedefên Hizbullahê yên li Lubnan û Sûriyeyê xistine. -
Ji Çîn, Rûsya û Îranê tetbîqata leşkerî ya hevpar
Hêzên deryayî yên Çîn, Rûsya û Îranê wê vê hefteyê li Kendava Ûmmanê tetbîqateke leşkerî ya hevpar lidar bixin. -
Hûsiyan ragihandin ku di meha rojiyê de wê êrîşên xwe zêdetir bikin
Hûsiyên Yemenê gef xwarin ku wê di meha rojiyê de êrîşên xwe yên li Derya Sor zêde bikin. -
Li Koreya Başûr greva bijîşkên ciwan bû sedema kaosê
Li Koreya Başûr greva bijîşkên ciwan bû sedema kaosê û hikûmetê gefa cezakirinê li bijîşkan xwar. -
Şerîda Xezeyê bê agirbest kete meha Remezanê
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku li Şerîda Xezeyê ji 7’ê Cotmehê heya niha di encama êrîşên Îsraîlê de 31 hezar û 112 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Xezeyê hejmara miriyan 31 hezar derbas kir, Hîzbûllahê bi dehan roket avêt
Di encama êrîşên Îsraîlê ya li ser Şerîda Xezeyê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 31 hezar derbas kiriye û tevgera Hîzbûllah a Libnanê ragihand ku wan li dijî Îsraîlê bi dehan roket avêtine. -
Bîden: Netanyahû zerarê dide Îsraîlê.
Serokê DYE'yê Joe Bîden ji qenaleke televîzyonê re axivî û anî ziman ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ji fêdê bêhtir zerarê dide welatê xwe. -
Fîlên Asyayê golikên xwe yên mirî vedişêrin û şîna wan digirin
Li gorî lêkolîneke ku ji aliyê zanyarên li Hindistanê ve hatiye kirin, fîlên Asyayê golikên xwe yên mirî vedişêrin û xemgîniya xwe bi deng tînin ziman. -
NY: Li Îranê zexta li dijî jinan rê li ber sûcên dermirovahî vekir
Li gorî raporeke pisporên Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), li Îranê xwepêşandanên aştiyane bi tundî tên serkutkirin û ‘cudakariya sazûmanî’ ya li dijî jin û zarokan rê li ber sûcên dermirovahî vekiriye. -
Li Nîjeryayê li dibistanekê zêdeyî 280 xwendekar hatin revandin
Li bakurrojavayê Nîjeryayê di êrîşeke çekdarî de ya li ser dibistanekê herî kêm 280 xwendekar hatin revandin. -
Li Fransayê pêşnûmeya têkoşîna li dijî nijadperestî û dijsemîtîzmê hat amadekirin
Pêşnûme qanûna têkoşîna li dijî nijadperestiyê ku roja Çarşemê 6’ê Adarê li Parlamentoya Fransayê dest bi xwendina yekemîn kir, redkirina sûcê li dijî mirovahiyê weke sûc tê pênasekirin. -
Li parzûngeheke Îranê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
Li başûrê Îranê li parzûngeheke petrolê teqînekê rû da. Kesekî jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn. -
Li Şerîda Xezeyê heta niha 30 hezar û 717 kes hatin kuştin
Li gorî bîlançoya nû ya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ku di roja 152'emîn a şer de weşand, di êrîşên Îsraîlê de heta niha herî kêm 30 hezar û 717 kes mirin. -
Konseya Ewropayê: Li Tirkiyeyê azadiya îfadeyê gihîştiye asta xetereyê
Konseya Ewropayê ji ber binpêkirina azadiya îfadeyê ya li Tirkiyeyê alarmek da. Konseyê bi taybetî ji xetereya xwe-sansûra rojnamevanan a ji ber rêveberiya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi fikar e. -
Keştiya şer a DYE'yê ji Kendava Taywanê re derbas bû, Çîn nerazîbûn nîşan da
Roja ku Kongreya Neteweyî ya Gelan li Çînê destpê kir, Hêzên Deryayî yên DYE’yê ragihand ku keştiyeke şer a Emerîkî Kendava Taywanê derbas kiriye û li deriyê teng ê ku grava xweser ji xaka Çînî vediqetîne rêwîtiyeke rûtîn pêk aniye.