Ziwatiya Somalî: Metirsiya birçîbûnê ya bi milyonan mirovî

Neteweyên Yekbûyî, ji bo Somalî ya ku ziwatiyeke dijwar lê heye, hişyarî da. Di hişyariyê de hate ragihandin ku metirsiya xela û birçîbûnê heye.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Mark Lowrock ê ji alîkariya însanî berpirsyar e, daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir, ziwatiya li Somalî ya herî giran a dehan salên dawî ye.

Lowrock got, "Barana ku Nîsanê li Somalî bariya û texmîna der barê barana ku Hezîranê bibare, wê rê li ber ziwatiya herî giran a 35 salên dawî yên li Somalî veke." Lowrock hişyarî da ku ev yek jî wê li Somalî rê li ber metirsiya birçîbûneke giran veke.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, barana ku mehên Cotmeh û Kanûnê bariya li gorî salên beriya niha gelekî kêm bû û hate gotin, "Gelê ku beriya niha kete bin bandora ziwatiyê, ji nû ve di nava metirsiya xelaya xwarin û vexwarinê de ye ku ev yek dikare rê li ber nexweşiyên kujer-şewbê veke."

Di daxuyaniya Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî de hate ragihandin, ajansên alîkariya însanî yên li Somalî têrê nakin ku bersivê bidin pêwîstiyan. Li gorî daxuyaniyê pêwîstiya Neteweyên Yekbûyî ji bo Somaliyê bi 1 milyar û 90 milyon dolarî heye, lê heta niha tenê 22 ji sedî yê vê yekê hatiye peydakirin.

Pereyê ku Neteweyên Yekbûyî wê bi rengekî lezgîn bişîne ji Somalî û Etiyopyayê niha 56 milyon dolar e ku nepêkan e ev pere têra 2,2 milyon mirovî bike.

Li Somaliyê di du ziwatiyên mezin de yên salên 1992 û 2011'an, zêdeyî 300 hezar mirov ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dabûn.