Zeyneb Celaliyan bi nameyekê piştgirî da Leyla Guven

Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan a li Girtîgeha Xoy a rejîma Îranê de ye bi nameyekê piştgirî da berxwedana Leyla Guven û got: “Dema dengê azadîxwaziya te dibihîzim, têkoşîn û berxwedana min ya li dijî zilmê bihêztir dibe.”

Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan a li Girtîgeha Xoy a rejîma Îranê de ye ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 72’an a greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye nameyek nivîsand.

Nameya Zeyneb Celaliyan ji bo Leyla Guven wiha ye:

“Kurdistan dayika hemû şaristaniyên cîhanê ye. Lê dîktatorên desthilatdar timî hewl dane vê şaristaniya zêrîn ji holê rakin. Em dibînin ku gelê Kurd bi salane ku bûye hedefa van êrîşan û encamê wê jî tiştek nebûye ji derveyî kuştina bi hezaran mirovên bêguneh. Dewlata Tirk ku zilmek bêhed li Kurdan kiriye, rêya çareseriyê di êrîşên faşîstî de dibîne; ev êrîş tenê bi ser gelê Kurd jî sînordar nebûye. Ev zilmek dûalî ye, ji ber krîza aborî li Tirkiyê rewşa gelê Tirk jî giran kiriye û gihandiye astekî ku rojane bi feqîrtî û birçîbûnê rû bi rû mane. Şerê li herêmê jî bûne sedema kuştin û awarebûna bi heazaran mirovan. Di demekî ku gelê Kurd timî destê aştiyê dirêjî welatên derdor kiriye û bi sîstema Konfederalîsma Demokratîk ku tekane rêya dawîkirina krîzê ye, hewl dane pirsgirêkên heyî çareser bikin. Helbet ev model ji bo dewletên di herêmê de tehdîdekî cidî ye. Ji ber ku berjewendiyên gelan di vê sîstemê de tên parastin û taybet ji ber gelê Kurd pêşengtiya modela xwerêveberiyê dike, êrîşê herî giran li ser wan tê. Lê em dizanin ku gelê Kurd bi dîroka xwe ya berxwedan û rêberek weke Birêz Ocalan, nûnerên weke Leyla Gûven û bi hezaran şervanên azadiyê, têdikoşin ta ku tecrîda li ser rêbertî bişkînin.

Leyla can, bêxeberî ji pêşveçûnan ji êşkence, zilm, zor û greva birçîbûnê girantir e. Bi hemû hebûna xwe ji te fêm dikim. Bêxeberî di zîndanê tiştek derveyî mirinê nîne, Leyla can; lê ez dizanim ku di cewhra te de azadî û xweragirî heye, bi her derbeya dîktatoran tu bêhtir hêz digirî. Leylaya hêja, ez Zeyneb im, Zeyneb Celaliyan, di zîndanê de dema dengê azadîxwaziya te dibihîzim, têkoşîn û berxwedana min ya dijî zilê bihêztir dibe. Divê ez hêvî bikim ku di van 72 rojan de laşê te zirar nedîtibe, ji ber tenduristiya te ji bo min pir girîng e. Bi hemû hebûna xwe, çi hêza ku di min de heye, pêşkeşê te dikim. Hêvî dikim vê hediyeya biçûk ji min qebûl bikî. Leyla can, çi hewldan bê encam namîne. Di vê baweriyê de me ku tu bi berxwedana xwe wê bigihijî armancê. Leylaya nazenîn, evîn dengê dûrahiyan e, bi hemû hezkirinên xwe te hembêz dikim û hêviya min ya serkeftinê ji bo te heye. Ji ber tu û kesên wek te, pêşengên tevgerekî cîhanî ne. Tu hêjayê yên herî başî.”