Zerrîn Rûken: Yekîtî nebe wê ev şer her kesî bişewitîne

Rûken destnîşan kir, ku li dijî êrişên dewleta Tirk divê Kurd û hêzên demokrasiyê hemû bibin yek û got, "Yekîtî nebe wê şer her kesî bişewitîne. Ji ber vê yekê divê hêzên demokratîk li ber operasyonan rabin, helwestê nîşan bidin."

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Zerrîn Rûken beşdarî bernameya taybet a Medya Haber TV'ê bû. Di destpêka axaftina xwe de di şexsê Hakî Karer, Qasim Engîn û Şîrîn Elemhûlî de şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand. Zerrîn Rûken anî ziman ku sîstema tecrîdê gihîştiye asteke gelekî metirsîdar û destnîşan kir ku divê bi berxwedan û çalakiyên mezin bersiv ji vê yekê re bê dayin.

Rûken bal kişand ser berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê û wiha axivî, "Li gel berxwedana dîrokî ya Rêber Apo, li Kurdistanê jî berxwedanek heye. Gelê Kurd sala 23'an a komployê bi çalakiyên mezin pêşwazî kir. Gelê me bi pêşengiya jinan bi berxwedaneke mezin bersivê dide hêzên komploger. Nabe ku tecrîd weke rewş an jî pêvajoyeke normal bê nirxandin. Planeke qirkirinê ye. Îro bi tecrîdê re operasyonên qirkirinê tên kirin. Tecrîd dewama plana têkbirinê ye. Konsepta 'çareseriya pirsgirêka Kurd' a bêyî Rêbertî, bêyî PKK'ê di dewrê de ye. Di serî de DYE, dewletên navneteweyî hemûyan fêhm kirine ku bêyî Rêbertî pirsgirêka Kurd çareser nabe."

'BI AXAFTINA JI ÇAR DEQEYAN, HENEKÊ XWE BI GELÊ KURD DIKIN'

Zerrîn Rûken destnîşan kir ku sîstema êşkenceyê dewam dike, ev rewş ji aliyê gelê Kurd û gerîla ve nayê qebûlkirin û wiha dewam kir, "Sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê dewam dike. Dixwazin ku sîstemê asayî nîşan biidn. Me ev yek rojên derbasbûyî fêhm kir. Rewşa ku têkildarî jiyana Rêbertî hate gotin, mezinahiya metirsiyê radixe pêş çavan. Em bi rewşa Rêberê xwe nizanin. Çalakiyên ku tên lidarxistin ne tenê ji bo agahîwergirtinê ye. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî tên lidarxistin.

Di şexsê Rêber Apo de polîtîkayeke gelekî giran a şerê taybet tê meşandin. Bi axaftina ji 4 deqeyan henekê xwe bi gele Kurd dikin. Ev yek jî mezinahiya metirsiyê nîşan dide. Bêguman Rêber Apo li hemberî vê yekê helwest nîşan da. Em jin jî vê rewşê qet qebûl nakin. Helwesta ku Rêber Apo nîşan da tê wê wateyê ku divê em hîn bêhtir helwestê nîşan bidin. Jin divê sekna xwe ya berxwedêr a li dijî êşkence, sîstema îzolasyonê dewam bikin."

'ÊRIŞ LI SER BINGEHA QIRKIRINÊ ÊRIŞEKE PLANKIRÎ YE'

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Zerrîn Rûken êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê û berxwedana gerîla ya li dijî van êrişan nirxand; "Berxwedana pîroz wê teqez bi ser bikeve. Garê û Heftanînê nîşanî me da ku berxwedana gerîla wê teqez bi ser bikeve. Me li van deran dît ku gerîla çiqasî pîroz e, misogeriya serketinê ye, çavkaniya azadiyê ye. Çawa ku berxwedana ku gerîla li dijî operasyona Garê nîşan da bi tîpên zêrîn li bîra gelên cîhanê hate nivîsandin, îro jî bi heman rengî wê li Zap, Avaşîn û Metînayê pêk were. Ev yek serketina gelê Kurd e. Serketina şehîdan, serketina Rêber Apo ye.

Dewleta Tirk a faşîst ku li Garê têk çû, ji bo karibe xwe ji nû ve komî ser hev bike di 23'ê Nîsanê de careke din dest bi êrişên dagirkeriyê kir. Eşkere bû ku êrişa di şeva 24'ê Nîsanê de hate destpêkirin, êrişeke plankirî ye. Li salvegera qirkirina Ermenan rast anîn. Qirkirina li dijî gelê Ermen çiqasî plankirî be, operasyona li dijî nirxên gelê Kurd jî ewqasî êrişeke plankirî ye ku hêzên navneteweyî jî di nav de hene. Dixwazin vê yekê bi destê dewleta Tirk a faşîst bikin. Lê belê ne hêz ne jî îradeya wan heye ku vê bikin. Ne jî xwedî erka rêveberiyê ne. Dewleteke ku erka xwe ya rêvebirinê nema ye, nikare li hemberî gerîla bisekine.

Çekên kîmyewî yên ku di êrişên Zap, Avaşîn û Metînayê de hatin bikaranîn, hovîtî û dijberiya li mirovahiyê ya dewleta Tirk careke din raxist pêş çavan. Vê yekê li pêş çavên tevahiya cîhanê dike. Di serî de DYE, dewlet hemû li pêşberî vê yekê bêdeng dimînin. Ev hêzên navborî hevparê vî sûcî ne. Dewleta Tirk a faşîst bi ti awayî pîvanên şer nas nake. Li gorî exlaqa şer tevnagere. Çekên ku gerîla li dijî êrişên qirkirinê bi kar tînin, li holê ne. Bikaranîna çeka kîmyewî li dijî gerîla, qirkirin e. Lê belê kes dengê xwe dernaxîne. Ka beyannameya mirovahiyê? Ka Neteweyên Yekbûyî, maf û hiqûq? Erdogan karakterekî welê ye ku mirovahî ji dest daye. Berjewendiya hêzên navneteweyî jî heye. Ev plana qirkirinê ne tenê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ye, li dijî hemû parçeyan e. Di vir de rola hemû dewletan heye."

'AKP'Ê BUDÇEYA GEL LI ŞER RAZAND'

Rûken diyar kir ku zîhniyeta AKP-MHP'ê ya faşîst budçeya gel li şer razand, aboriya Tirkiyeyê ber bi têkçûnê ve bir û got, "Gelê Tirkiyeyê di nava birçîbûn û xizaniyeke mezin de ye. AKP bi birçîbûnê gel terbiye dike. Xizaniya jinê xizaniya bingehîn e. Tirkiye ji aliyê aborî ve têk çû ye. Bi feryad li hemû welatan digerin û dixwazin aboriyê sererast bikin.

Tirkiye yek ji wan welatan e ku nexweşiya koronayê herî zêde bandor lê kiriye. Lê belê dewlet razemeniyê li tenduristiya gel nake. Budçeyê hemûyî li şer radizîne. Ji ber vê yekê jî Tirkiye yek ji wan dewletan e ku têk diçe. Lewma gelên Tirkiyeyê divê li ber van operasyonan rabin. Êrişên qirkirinê ne tenê li dijî gelê Kurd e. Ev êriş wê bandorê li gelên Tirkiyeyê, hêzên çep, sosyalîst û demokrat jî bike. Divê her kes vê baş bixwîne. Ev şer wê her kesî bişewitîne. Lewma divê hêzên demokratîk hemû, li dijî van operasyonan helwestê nîşan bidin."

'HÊZÊN KURD EGER BIBIN YEK WÊ KARIBIN OPERASYONAN RAWESTÎNIN'

Rûken ev pirs kir, "Dewlet ji bo qedandina PKK'ê operasyonê dike. Çil sal in bi operasyonan nekarî PKK'ê biqedîne, gelo wê niha biqedîne?" û anî ziman ku armanca bingehîn a hêzên hegemonîk ew e ku bi PKK a lawazbûyî li dora maseyê rûnê. Rûken got, "Ew bi xwe jî baş zanin ku tiştekî wiha nabe. Îro berxwedaneke mezin heye û jin pêşengiyê ji vê berxwedanê re dikin.

Destketiyên hikumeta Başûrê Kurdistanê jî di nava metirsiyê de ne. Operasyon her wiha li dijî wan e. Divê gelê me yê Başûr vê baş fêhm bike. Êriş ne tenê li ser PKK'ê ye, êriş li dijî gelê Kurd, destketiyên jinên Kurd e. Her wiha gefê li statuya serxwebûnê ya hikumeta Iraqê jî dixwe. Ji aliyê hikumeta Iraqê ve heta astekê refleks, daxuyanî hene, lê têrê nakin. Rayedarên Başûrê Kurdistanê jî xwe bi temamî bêdeng kirine. Divê peyama ku bi operasyonan tê dayin baş bê fêhmkirin. Pêwîste PDK û YNK operasyonan li dijî xwe bibînin.

Rêxistinên çete yên Tirk li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne. Li her derê qereqolên leşkerî çêkirine. Kurdek nikare bi hêsanî li Başûr bigere, lê belê dewleta Tirk, MÎT bi kêfa dilê xwe digerin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Berxwedana gerîla berxwedana çar parçeyên Kurdistanê ye. Gerîla ji bo çar parçeyan şer dike. Divê gelê Başûr beriya her kesî tevlî vê berxwedanê bibe. Wê demê em ê karibin ji Garê jî mezintir serketinê bi dest bixin. Gelê Kurd, jinên Kurd xwedî vê hêzê ne. Ji bo operasyon bi temamî bê têkbirin, dewleta Tirk ji çar parçeyên Kurdistanê bê qewirandin, divê hêzên Kurd bibin yek û refên xwe xurt bikin."