Zêdeyî 10 milyon kes li sektora enerjiya paqij dixebitin

Bandora enerjiya paqij a ku dikare ji nû ve bê bikaranîn li ser kêmkirina germahiya global tê zanîn. Bi saya razemeniya li vê qadê ku sal bi sal zêde dibe, hejmara îstihdamê jî zêde dibe.

Ajansa enerjiya ji nû ve dikare bi kar bê (Irena) ku navenda wê li Abû Dabî ye rapora salane weşand. Li gorî raporê, hejmara mirovên li sektora enerjiya paqij dixebitin 10 milyon derbas kir.

Li gorî raporê, sala 2017'an rêjeya enerjiya paqij li nava tevahiya enerjiya cîhanê 18 ji sedî bû.

5 JI SEDÎ ZÊDE BÛ

Hejmara mirovên li gelemperiya cîhanê li vê sektorê dixebitin, bihîşt 10,3 milyonî. Ev yek hejmara herî bilind a heta niha ye. Rêjeya mirovên li qada cûreniyên enerjiya paqij dixebitin, li gorî par 5,3 ji sedî zêde bûye.

Nuqteyeke din ku Irena balê dikişîne ser ew e, ku enerjiya ji nû ve dikare bê bikaranîn di nava 6 salên dawî de gelekî bi pêş ketiye. Li gorî vê yekê, îstîhdama li vê sektorê di navbera salên 2012-2017'an de 47 ji sedî zêde bûye.

NÊZÎ 4 MILYON LI ÇÎNÊ YE

Li gorî raporê, zêdeyî du ji sê parên karkerên li enerjiya paqij dixebitin, li 6 welatan e. Li gelemperiya cîhanê 70 ji sedî li Çîn, Brezîlya, DYA, Hîndîstan, Elmanya û Japonyayê dixebitin. Çîn, Hîndîstan û Japonya li pêş welatên din e.

Li Komara Gel a Çînê 3 milyon û 880 hezar kes li sektora enerjiya paqij dixebitin ku ev yek tê wateya 38 ji sedî ya gelemperiya cîhanê. Rêjeya îstihdama li vê qadê, li gorî sala 2016'an 12,1 ji sedî li Çînê zêde bûye.