Zarîf dest bi gera xwe ya ji bo Sûriye û Tirkiyeyê kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf, di çarçoveya gera xwe de ya li herêmê serdana Sûriyeyê kir. Zarîf wê biçe Tirkiyeyê.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf, sibeha Sêşemê tevî heyeteke payebilind serdana Sûriyeyê kir. Hate ragihandin, di serdanê de têkiliyên du alî yên navbera her du dewletan û bûyerên li herêmê diqewimin hatine nirxandin. Rejîma Îranê, di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de bi rejîma Şamê re tevdigere.

Zarîf piştî serdana xwe ya Sûriyeyê ku wê du roja bidome, wê biçe Tirkiyeyê û bi rayedarên Tirk re hevdîtinan bkie.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirk, di çarçoveya serdanê de wê têkiliyên du alî bên nirxandin û li ser bûyerên herêmî û navneteweyî nîqaş bên kirin.

Serdana Zarîf di demeke welê de tê kirin, ku zextên DYE'yê yên li ser Îranê giran bûne. DYE ku xwe ji peymana nukleerê vekişand û dest bi pêkanînên li ser Îranê kir, hefteya derbasbûyî Mûxafizên Şoreşê yên Îranê xistibû lîsteya 'rêxistinên terorîst'.