YRK: Em ê li hemberî êrîşan bêdeng nemînîn

Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) derbarê êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek da û diyar kir ku wê ew ê li hemberî wan êrîşan bêdeng nemînin.

Fermandariya YRK’ê derbarê êrîşên hewayî yên dawî yên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. YRK’ê di daxuyaniya xwe de bal kêşandiye ser zêdebûna êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a li ser gundewarên navçeya Şarbajêr û diyar dike: “Di nava çend rojên bihorî de dewleta Tirk a faşîst du caran bi rêya balafirên keşfê yên bê mirov û bi çek û balafirên şer ve êrîşên hewayî li ser gundên girêdayî qeza Maweta ya navçeya Şarbajêr pêk aniye. Êrîşa yekem roja 4’ê Tebaxê li ser gundê Gelale ya herêma Asosê pêk hatiye. Di encama wê êrîşê de agir bi bax û baxçeyên gundiyan ketiye û beşek ji zeviyên gund di nava agir de şewtiye. Di wê êrîşê de tu ziyanek bi hêzên me negihiştiye. Her wiha 7’ê mehê jî dewleta Tirk a dagirker nêzîkê çiyayê Balûse ya ser sînorê herêma Şarbajêr bombebaran dike. Di wê êrîşê de yekîneyek ji hevalên me ku li ser erkê xwe bûn dibine armanca êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk a faşîst û dagirker. Di encama wê êrîşê de 7 hevalên me û du ciwanên welatparêz yên Başûrê Kurdistanê şehîd dibin. Em ê di demekî kurt de nasnameya hevalên xwe yê şehîd ragihînin.”

Fermandariyê di dewama daxuyaniya xwe de îşaret bi armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker dike û wiha pêde diçe: “Ew demeke ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser navçeyên ku hêzên me têde hene zêde kiriye, li ser herêmên ku tenê gerîlayên YRK û PJAK’ê hene. Dewleta Tirk a dagirker bi hincetên pûç û vala êrîşê hêzên me yên navçeya Asosê dike. Ew yek jî tenê di çarçoveya tunekirina Kurdê azad e û pêşî li têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ya bi pêşengtiya PJAK’ê dike bigire ye. Ji ber ku her kes û alî bi awayek eşkere dizanin ku li herêma qeza Maweta ji bilî gerîlayên YRK û PJAK’ê tu hêzeke din nîne û ew êrîşane bi armanca astengkirina xebat û têkoşîna me ya li Rojhilatê Kurdistanê ye.”

Fermandariya YRK’ê qala karê sîxortîkirinê kir û ev got: “Ew êrîşên dirindane û dagirkerane yên li ser hêzên me nîşan dide ku dagirkeriya dewleta Tirk hemû destkeftên gelê me ya li hemû beşên Kurdistanê armanc dike. Ji bo wê mebestê jî gelê welatparêz ê Kurdistanê divê li dijî wan êrîşan xwedî helweest be. Her wiha di wê komkujiya çiyayê Balûse de destê sîxortiya herêmî heye, divê hem gelê me û hem jî hêzên berpirsiyar yên navçeyê helwesta xwe diyar bikin û rê nedin bi kesên sîxor û xwefiroş ku li qonaxekî wiha hesas û dîrokî de xizmeta dagirkerî bikin.”

Fermandariyê daxuyaniya xwe bi vê hevokê bi dawî kir: “Em Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê li hemberî wan êrîşan û hebûna sîxoran bêdeng namînîn û wan bê bersiv nahêlin.”