YPS'ê nasnameya 17 şehîdên li Şirnexê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS), nasnameya 17 şehîdên berxwedana xwerêveberiyê ya li Şirnexê eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPS'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û hevrêyên xwe yên di berxwedana xwerêveberiyê ya Şirnexê de şehîd bûn bi bîr anî.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPS'ê de hat gotin, "Ji 24'ê Tîrmehê heya roja me ya îro hema hema li her devera Kurdistanê bi pêşengiya ciwanên Kurd berxwedaneke dîrokî hate kirin. Di vê pêvajoya berxwedana dîrokî ya rêveberiya xweser de yek ji navendên berxwedanê ya ku dijmin dixwest serî li gel bide tewandin Şirnex e. Lê hemberî van êrîşan Şirnexê bi helwesta xwe ya di jiyana azad û bi rûmet de nîşanî dijmin da ku gelê Kurd ti carî teslîm nayê girtin. Gelê me yê welatparêz ê Şirnexê her wekî di dîroka têkoşîna azadiya gelê Kurd de, di berxwedaniya rêveberiya xweser de jî bi pêşengtiya Zeryanan, Hemzeyan, Dîrokan berxwedaneke destanî pêk anî.

Encameke kevneşopiya me ya têkoşînê û cewhera karakterîstîk a çavkaniya me ya îdeolojîk ku em xwe jê xwedî dikin, me bi şehîdên me re dikin 'Em'. Di tevahiya dîroka me ya tekoşînê de, bi xwedîderketina li şehîdên xwe, me her yek ji wan weke pêşengê rêya xwe ya tekoşînê destnîşan kirine û me bi vê armancê şehîdên xwe bi şêweyeke ku maf kirî, di dîrokê de bi cih kirine. Bi taybetî di pêvajoya têkoşînê de ku dijmin êrîşên xwe bi şêweyê herî faşîzane ku di dîrokê de qet nimûneya dijwariya wê nehatî dîtin, bi rê ve dibir, ji bo erkek wiha ya dîrokî me hewldanên xwe hîn bi hêztir kirin. Lê belê û bi taybetî jî bi qasî peljeniya pêvajoyek dîrokî ku em dijîn, karakterê xweser berxwedanên rêveberiya xweser jî dema ku em erkên xwe yên hêjayê gotinê dikin, bûye sedem ku em li rastî zehmetiyên diyar û zor û zehmetiyan werin. Tişta di serê van zor û zehmetiyan de tê, karakterê dîrokî yê çîna serdest ya Tirk ku bi îttifaqa AKP-MHP de dihat der, bûye rastiya dijmirovahiyê. Ev helwesta dijî mirovane ya ku wekî helwestek bi temamî siyasî û exlaqê şer tine hesibandinê, bi taybetî li hember şehîdên me yên berxwedana rêveberiya xweser wekî helwestek siyasî ya hîn berçav hatiye pêşxistin. Ev helwesta komkuj ku bi delîlên, devokî, nivîskî û bi dîmen ku qet nayê veşartin, neyê veşartin û ji xwe ji hêla kiryarên xwe ve hewla veşartinê jî nîne, bêyî ku cûdahiya çekdar-bêçek, zarok-gihayî, jin-mêr, zindî-nezindî were kirin dest bi êrîşên hovane li ser her kesê Kurd û her tiştan kirin. Ev helwesta bê fikar û dijmirovahiya bê sînor, bûye sedem ku em di hewildanên mîsogerkirina nasname û cenazeyên şehîdên xwe yên berxwedana rêveberiya xweser de li rastî zorî û zehmetiyan werin.

Li ruxmê van hemû zoriyên ku helwesta hov û dij mirovahî, me di heyva Hezîrana 2017’an de daxuyaniyekî berfireh û hemû agahiyên sicîlên şehîdên li qadên cuda yên berxwedana rêveberiya xweser bi gelê xwe yê welatparêz, raya giştî ya şoreşger û demokratîk re parve kiribû. Ji wê rojê heya roja me ya îro, ji ber sedemên ku me qal kirin xebatên “zelalkirina aqûbetên şehadetan” ruxmê hemû zorî û zehmetiyan jî qasî ku erkek şoreşgeriya mezin jî be, bi destgirtina wekî erkek wicdanî hatiye rêvebirin. Di encama van xebatên me de di berxwedana rêveberiya xweser ya Şirnexê de şehadeta 17 hevalên me yên ku me dizanî şehîd bûne lê ji bo nasnameya wan pêwîsîtî bi zelalkirinê hebû, nû hatine zelalkirin. Parvekirina agahiya şehadetên 17 hevalên me yên ku di berxwedaniya rêveberiya xweser ya Şirnexê de hatî zelalkirin em bi raya giştî ya welatparêz û şoreşger re,  di serî de li hember şehîdên xwe û piştre jî li hember malbat û raya giştî ya welatparêz wekî erkekî şoreşgerî dizanin û tişta pêwîst dikin. Derengmayîna erkek bi vî awayî her çend di serî de li hember malbat û derdorên peywendîdar mahçûbiyetek be jî sedemên dereng mayînê wê hêrsa me ya li hemberî dijmin û sonda me ya gihandina armancên şehîdên me yên ber bi serkeftinê de be.

Hevalên me Abdullah, Adil, Arîn, Çiya, Bahoz, Dîrok, Berxwedan, Êriş, Koçer, Ferhat, Gelhat, Hêvî, Şervan, Mizgîn, Têkoşer, Serdem, Xebat, Serhat, Zinar yên ku di demê berxwedaniya Şirnexê de gihiştîn şehadetê, di berxwedaniya rêveberiya xweser ya Şirnexê de bi ruhekî fedayî şer kirine û gihiştine şehadetê. Rêhevalên me yên ji roja ku tevlî têkoşînê bûne û heta niha di gelek qadên cûda de têkoşiyane, ruxmê hemû zor û zehmetiyan jî tu carî gav şûnde neavêtine û di berxwedaniya Şirnexê de di berdêla  jiyana azad ya gelê xwe de bi nîşandana hemû fedekariyên pêwîst di berxwedana dîrokî ya Şirnexê de cihê xwe di nava karwanên Şehîdên nemir de girtine.  Em jî weke rêhevalên çekê yên hevalên xwe yên  gihiştine şehadetê, bi bilindkirina ala berxwedan û têkoşînê ku me ji wan girtî û tolhildanê soza gihiştina serketinê didin. Li ser vî bingehî di serî de ji malbatên hêja yên rêhevalên me yên şehîd bûne û ji gelê me yê Şirnexê re, em ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin."

Navenda Ragihandinê ya YPS'ê diyar kir ku bi rêya navnîşana [email protected] dikarin xwe bigihînin wan û agahiyên li ser şehîdan bigirni.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdên YPS'ê wiha ye:

Nav û Paşnav: Abdûllah Kulter                     
Navê Dê: Sakîne
Navê Bav: Abdurrahman
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Şirnex
Cih û Dîroka Şehadetê: 14 Gulan  2016/Şirnex

***

Nasnav: Adil Biligî
Nav û Paşnav: Huseyîn Ozcan
Navê Dê: Sabriye
Navê Bav: Osman 
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: 
Cih û Dîroka Şehadetê: 2016 / Şirnex

***

Nasnav: Arîn  Têkoşîn
Nav û Paşnav: Pervîn Ozel
Navê Dê: Hulya
Navê Bav: Berhem
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: 1995 / Mûş
Cih û Dîroka Şehadetê: 2016 / Şirnex

***

Nasnav:  Bahoz Amed
Nav û Paşnav:  Mûammer Guzel
Navê Dê:  Marîfet
Navê Bav: Sîraç
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: 1985/Amed-Pasûr
Cih û Dîroka Şehadetê: 2016 /Şirnex

***

Nasnav : Berxwedan Efrîn
Nav û Paşnav: Îdrîs Abdo
Navê Dê: Zafek
Navê Bav: Mûstafa
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: 1990/Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: 2016/Şirnex

***

Nasnav: Çiya Botan
Nav û Paşnav: Ahmet Ekîncî
Navê Dê: Hediye
Navê Bav: Huseyîn
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: 1997 / Şirnex
Cih û Dîroka Şehadetê: Gulan 2016 / Şirnex

***

Nasnav: Dîrok Axtamar
Nav û Paşnav: Şahaser Dînçkal
Navê Dê: Necîbe
Navê Bav: Ferman
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: 1979 / Wan
Cih û Dîroka Şehadetê: 2016 / Şirnex

***


Nav û Paşnav: Ferhat Ayhan
Navê Dê: Sariye
Navê Bav: Huseyîn
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: 1997 / Çirav
Cih û Dîroka Şehadetê: 2016 / Şirnex

***

Nasnav: Ferhat Zêrîn
Nav û Paşnav: Abdulbarî Oner
Navê Dê: Gulê
Navê Bav: Celîl
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê:  1999 / Şirnex-Hezex
Cih û Dîroka Şehadetê:   2016 / Şirnex

***

Nasnav: Gelhat Zana
Nav û Paşnav: Xelîl Yilmaz 
Navê Dê: Lamiya
Navê Bav: Mehmet Mehdî
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: 1997 / Nisêbîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 2016 / Şirnex

***

Nasnav: Mizgîn Garzan 
Nav û Paşnav: Şukran Ataca
Navê Dê: Eyşê 
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê:  
Cih û Dîroka Şehadetê: 2016 / Şirnex

***

Nasnav: Serdem Bişar Amed
Nav û Paşnav: Mazlûm Akbalik
Navê Dê: Behiye
Navê Bav: Huseyîn
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: 1992 / Mêrdîn
Cih û Dîroka Şehadetê:  2016 / Şirnex

***

Nasnav: Serhat Brûsk Botan
Nav û Paşnav: Ridvan Yilmaz
Navê Dê: Fehîme 
Navê Bav: Elî
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê:   1992 / Şirnex
Cih û Dîroka Şehadetê:  2016 / Şirnex

***

Nasnav:   Şervan Nûman
Nav û Paşnav:  Vedat Akin
Navê Dê: Emetullah
Navê Bav: Beşîr
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê:   1992 / Bismil
Cih û Dîroka Şehadetê:  2016 / Şirnex

***

Nasnav: Têkoşer Nisêbîn
Nav û Paşnav: Bîrkay Urmez 
Navê Dê:
Navê Bav:
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê:
Cih û Dîroka Şehadetê:  11 Gulan 2016/Şirnex

***

Nasnav:  Xebat 
Nav û Paşnav: Îsmaîl Beyter
Navê Dê: Leyla 
Navê Bav: Osman
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: 1999/Şirnex
Cih û Dîroka Şehadetê:  2016/Şirnex

***

Nasnav:  Zinar Gabar
Nav û Paşnav: Hatîp Yilmaz
Navê Dê: Emîne 
Navê Bav: Seleheddîn
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: 1999 / Şirnex
Cih û Dîroka Şehadetê:  2016/Şirnex "