YPJ’ê Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî bibîr anî

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê di kesayeta Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî de Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî bibîr anî û got: “Wê têkoşîna pêşengê demê Zerdeş Şengalî berdewam bike.”

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Fermandarê YBŞ’ê Zerdeş Şengalî û hevrêyên din ên di êrîşa 15’ê Çileyê ya dewleta Tirk a faşîst a li gundê Digur a Sinûn a Şengalê de şehîd bûbûn bibîr anî.

Fermandariyê ev agahî parve kir:

‘EV ÊRÎŞ NÎŞANEYA HEVKARIYA DAÎŞ’Ê YE’

Di şexsê fermandar û pêşengê civaka Êzîdî hevrê Zerdeşt û hersê hevrêyên pêre gihîştin şehadetê em ji malbatê wan re, gelê Kurd û tevahî civaka Êzîdî re sersaxiyê dixwazin.

Dewleta Tirka a dagirker, bê ku ferqê bixe navbera parçe, partî, ol û baweriyan li cihê ku gelê Kurd, xwe bi rêxistin dike, tekoşîn dimeşîne, ji bo xwe wek metirsiyeke mezin dibîne û êrîşên bi armanca tinekirinê pêk tîne. Êrîşa li ser şervanên YBŞ’ê parçeyek ji vê polîtîkayê ye. Dewleta Tirk, bi van êrîşên xwe careke din hevkariya xwe ya bi DAÎŞ’ê re eşkere dike. Di her fersendê de êrîşî şervanên civaka me ya Êzîdî dike.

‘HÊRS Û TOLHILDANA ZERDEŞT ŞENGALÎ YA LI DIJÎ DAÎŞ’Ê DI HER PÊNGAVÊ DE XWE DIDA DER’

Her civakek bi ked, tekoşîn û fedekariyan nirxên xwe ava dike. Civaka me ya Êzîdî jî nirxên xwe yên pîroz, ewladên herî giranbuha mezin kirin. Ew kirin pêşengên xwe yên demên herî zor. Di sala 2014’an de dinya hemû şahidî ji êrîş û hovîtiya çeteyên DAê ya li hemberî civaka me ya Êzîdî kir. Li hemberî vê hovîtiya mezin ya çeteyan bi dehan keç û xortên Êzîdî di bin fermandariya Lehengê mezin Zerdeşt de biryara parastina civaka xwe û welatê xwe girtin û li hemberî êrîşên hovane yên çeteyên DAÎŞ’ê berxwedaniyeke bê hempa raber kirin. Kedek mezin ya hevrê Zerdeşt di ber ciwanên Êzîdî de çêbû. Hêrsa wî ya tolhildanê di şer û tekoşîna wî de li her cihê ku tevlî pêngavan bû xwe da der. Di gelek pêngavên dîrokî de cihê xwe girt. Bi baweriya ku wê ciwanên Êzîdî û şervanên azadiyê DAÎŞ’ê bi bin bixin têkoşiya. Li ser bingehê feraseta tola keç û jinên Êzîdî ji çeteyên DAÎŞ’ê rabike, rola pêşengiyê da ser milê xwe. Dewleta Tirk bi zanebûn, pêşeng û fermandar Zerdeşt kire hedefa vê êrîşa xwe ya xedar de.

BANG

Em bang li hemû saziyên mafê mirovan dikin ku li hemberî van êrîşên dewleta Tirk yên li ser civaka me ya Êzîdî pêş dikevin bibin xwedî helwest. Her wiha pêwîste dewleta iraqê bêdengiya xwe bişkîne û helwesta pêwîst nîşan bide.

Em yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dibêjin em ê ked û fedekariya hevrê Zerdeşt û hersê hevrêyên pêre di her kêliya tekoşîna xwe de zindî bihêlin ta ku hêviyên wan û yê bi hezara şehîdan bi cih bînin. Em careke din êş û xemgîniya civaka xwe ya Êzîdî parve dikin û dibêjin wê hevrê Zerdeşt û hevrêyên pêre şehîd bûne timî bibin nîşaneya hêvî û serkeftina me.

Li ser vê bingehê em careke din di şexsê her çar şervanên têkoşînvan de tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi rêzdarî bîr tînin û soza xwe ya li beramberî wan nû dikin. Em ji malbat û civaka me ya Êzîdî re dibêjin bila serê we saxbe. Bi van zarokên xwe yên leheng û dilwêrek, serfiraz û şanaz bin.”