YPG/YPJ'ê 2 şervanên birîndar ji nava hêzên dagirker rizgar kirin

Fermandariya YPJ'ê ya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan şervanên xwe Avrûn Mahsûm û Şoreş Amûdê yên di şerê dijî dagirkeriya Tirk de birîndar bûn û ji ber ku demekê agahî jê negirtibûn weke şehîd ragihandibû, bi birîndarî rizgar kirine.

Fermandariyê, ji ber ku her du şervanên YPG/YPJ'ê weke şehîd ragihandibû, ji malbatan lêborîn xwest.

Daxuyaniya Fermandariya YPJ'ê ya Efrînê ya li ser mijarê wiha ye:

"Berxwedana Serdemê kete roja 34'an. Şerê dijwar li seranserê sînorê Efrînê dewam dike. Dewleta dagirker a Tirk bi her cûre teknîka pêşketî, çeteyên DAÎŞ, El Qaîdê û yên El Nûsra bi çav sorî êrîşên xwe li ser xaka Efrînê didomînin. Li hemberî êrîşên bi armanca dagirkerî û qirkirina gelê me, me weke gel û şervanên YPJ-YPG û QSD di roja dest pêkê de dabû diyar kirin ku êrîş bi çi şêwaz, teknîk û hêzê dibe bila bibe em ê bi ruhê berxwedanê li ber xwe bidin, gelê xwe û xaka xwe biparêzin.

Şervanên me di van 34 rojan de bi fedakariyeke mezin, bi ked, moral, hêrs û berxwedaneke bê hempa li beramberî vê dagirkeriyê sekinîn û her roj darbeyên mezin li artêşa Tirk, çeteyên El Nûsra, DAÎŞ û El Qaîdê dixin. Di vî şerê dijwar de, roja 27'ê Çileya 2018'an hevala me Avrîn û heval şoreş bi birîndarî di nav dijmin de mabûn. Rewşa her du hevalan heya hefteyek nehatibû zelal kirin û piştî wê her du heval bi daxuyaniyekî ji raya giştî re şehîd bûne hatibûn îlankirin. Lê belê, piştî 26 rojan hêzên me bi çalakiyek taybet hevrê Avrîn Mahsum û Şoreş Amûdê rizgar kirin. Hevrê ya me Avrîn Mahsûm endama çapemeniyê YPJ'ê bû. Heval Şoreş jî cihê xwe di nav yekîneyên hêzên parastina gel de digirt. Her du hevalên me niha bi awayekî saxlem li gel yekîneyên me ne.

Em weke hêzên parastina xaka Efrînê dibêjin heya ku ev êrîşên bi armanca dagirkeriya welatê me û qirkirina gelê me berdewam bikin em ê jî bi ruhê berxwedanê bersiv bidin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî.

Em li ser navê fermandariya qada Efrînê lêborîna xwe ji malbeta heval Avrîn Mahsûm û heval Şoreş Amûdê re dixwezin ji ber me ji raya giştî re şehadeta her du hevalan ragihandibû."