YPG: Rêhevalê me yê enternasyonalîst Lorenzo Orsettî şehîd bû

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku şervanê enternasyonalîst Lorenzo Orstettî (Tekoşer Piling) li Baxozê di 18’ê Adara 2019’an de şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku şervanê enternasyonalîst Lorenzo Orsettî (Tekoşer Piling) ê ji Îtalyayê li Baxozê di 18’ê Adara 2019’an de şehîd bûn.

YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

“Rêhevalê me Lorenzo Orsetti (Tekoşer Piling) ku di sala 2017’an de tevlî refên berxwedanê yê Rojava bûye, bi nasnameya xwe ya şoreşgerê enternasyonalîst di nav tekoşîna azadiyê de cîhê xwe bi awayek çalak girtiye. Rêhevalê me Tekoşer cîhê xwe di nav Yekîneyên Enternasyonelîst ku di bin sîwana YPG’ê de ye girtiye û li hember dewleta Tirk a dagirker li Efrînê de li herî pêş de cîhê xwe girtiye û di her rewşê de tekoşîna azadiyê bi biryarî meşandiye.

Bi taybet li Dêra Zorê jî li hember çeteyên DAIŞ’ê bi wêrekî şer kiriye û dîsa cîhê xwe herî pêş de girtiye. Rêhevalê me Tekoşer di nav Tevgera TKP/ML-TİKKO de xebat meşandiye, bi şênberkirina nirxên sosyalîzmê ya gerdûnî, bûye xwedî seknek mînak.

Rêhevalê me Tekoşer ku bi girêdana xwe a şoreşa azadiyê re û bi jiyana xwe a xwedî mînak bû di dîroka 18’ê Adarê de, di herêma dawî ya di bin dagirkeriya DAÎŞ’ê de di şer de şehîd bû.

Em careke din hemû rêhevalên xwe yên Enternasyonalîst ku di şoreşa Rojava de şehîd bûye bibîr tînin û em ji bo malbata hêja a rêhevalê me Tekoşer sersaxiyê dixwazin."

Li gorî daxuyaniya YPG'ê nasnameya şehîd wiha ye;

Nasnav: Tekoşer Piling

Nav û Paşnav: Lorenzo Orsettî

Navê Dayikê: Annalîsa

Navê Bav: Alessandro

Cih û dîroka Ji Dayikbûnê: Îtalya - 1986

Cih û Demê Şehadetê: Dêra Zor / 18‘ê Adarê 2019’an