YPG li navenda  Efrînê xist: Gelek dagirker hatin kuştin

Di çalakiya şervanên YPG/YPJ’ê de, ya li navenda Efrînê, hate gotin gelek dagirker hatin kuştin.

Çalakiyên şervanên YPG-YPJ’ê yên li navenda Efrînê û gundên wê, yên li dijî artêşa Tirk didomin.
Li gorî agahiyên berdest şervanên YPG-YPJ’ê îro li navenda Efrînê li dijî hêzên dagirker çalakiyek kir.
Hate gotin di encama çalakiyê de bi 10’an dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê yê daxuyaniya fermî nedaye.