YPG: Li Şêrewa 5 leşker hatin kuştin

Çavkaniyên YPG’ê diyarkirin ku li gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê wesayîteke tije cebilxane teqiyaye û 5 dagirker hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatin girtin, şer li gundên Kîmarê, Beradê û Beyê yên girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê bi dijwarî rû didin.

Hat ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker gundan bombe dike, li gundê Bayê jî sivîlên ku şehîd bûne hene.

Li navbera gundê Bayê û Kîmarê, di encama çalakiyekê de wesayîteke ya tije cebilxane ya dagirkeran hate teqandin û 5 cagirker hatin kuştin.