YNK'ê nerazîbûn nîşanî serdana Nêçirvan Barzanî ya li Bexdayê da

YNK'ê nerazîbûn nîşanî serdana Nêçirvan Barzanî ya Bexdayê da û PDK bi 'lihevnekirinê' rexne kir.

Nîqaşên navbera PDK û YNK'ê ku piştî eşkerebûna namzetê YNK'ê yê Serokkomariyê dest pê kirin, mezin bûn. Piştî hilbijartina parlamenta Iraqê ya 12'ê Gulanê her du partiyan li hev kiribûn ku li Bexdayê bi hev re tevbigerin. Û ji bo hevdîtinan li Bexdayê bikin, 'heyeteke hevpar' ava kiribûn.

Lê belê piştî ku YNK'ê Dr. Berhem Salih ji bo Serokkomariya Iraqê namzet nîşan da, PDK'ê îtiraz kir. Li ser vê yekê Nêçirvan Barzanî guh neda 'heyeta hevpar' û çû Bexdayê.

YNK'ê nerazîbûn nîşanî serdana Barzanî da. Polîtburo ya YNK'ê ragihand ku ew bi rêya çapemeniyê bi serdanê hesiyane û PDK sûcdar kir ku 'lihevkirina bi hev re ya li Bexdayê' binpê kiriye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku YNK hîn bi biryar e ji bo berjewendiyên Kurdan biparêze û diyar kir, PDK xwe nade ber nîqaşên hevpar ên li ser namzetê Serokkomariyê.