Yewnanîstan li helîkoptêra Tirk reşand

Çapemeniya Yewnanîstan got li Behra Egeyê piştî ku helîkoptêra Tirk nêzî Girava Royê bûye, bi mebesta hişyarkirinê, hêzên leşkerî yên Yewnanîstanê li helîkoptêra Tirk reşandin.

Televizyona ERT’ê, agahiya xwe sparte kanên Wezareta Berevaniyê ya Yewnanîstan û ragihand ku dema ku helîkoptêra Tirk pir nizm difiriya bi guleyên ku şopê li pey xwe dihêlin, li helîkoptêrê reşandine. Diyar bû ku bûyer şeva Duşemê pêk hatiye.

Rayedarekî leşkerî yê Yewnanîstan ji AFP’ê re axivî û got, bi mebesta ku zorê lê bikin da ku helîkoptêra Tirk biçe wan bi guleyan hişyarî daye û got ev bûyera pêkhatî piştî rageşiya bi Tirkiyê re, tevdîrên bi çarçoweya şopandinê û bersivdanê ye.