BI DÎMEN

Yên ku bi destê PDK'ê şehîd ketin: Şehîd Aras -III

Yek ji gerîlayên ku di sala 1992'an de bi hevkariya PDK û dewleta Tirk şehîd bû Şehîd Aras (Loqman Ebdo) bû. Şehîd Aras yekî welê bû ku bi dil û can ji bo gelê xwe dixebitî, ked dida û bi wêrekiya xwe dihate naskirin.

ŞEHÎD ARAS

Şehîd Aras li nava malbateke welatparêz mezin bû, di sala 1987'an de tevlî nava refên PKK'ê bû. Di dema xwendina zanîngehê de bi rengekî çalak tevlî kar bû, pîşeyê mamostetiyê bi xizmeta ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re meşand. Di jiyana xwe de bi kesayetiya xwe ya berxwedêr, xurt û têkoşer di dilê malbat û cîranên xwe de cih girt. Di sala 1992'an de ku li çiyayên Kurdistanê şer giran bû berê xwe da çiyê û hevrêyên xwe. Heman salê di encama operasyoneke hevpar a PDK'ê û dewleta Tirk de li Heftanînê tevlî karwanê şehîdan bû. Tayîp Ebdo qala lehengiya birayê xwe Şehîd Aras kir.

DEMA KU PKK NAS KIR

Malbata Ebdo ya ji gundê Til Cemal ê Girkê Legê ku di sala 1980'î de Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kir, hebûna xwe da têkoşîna gelê Kurd. Kekê Şehîd Aras Tayîp Ebdo qala wê demê kir: "Ji sala 1980'î û vir ve em Apoyiyan nas dikin û malbateke welatparêz in. Malbata me bi hevalan re bû. Pêwîstî bi çi hebûya, me hewl dida bêkêmasî bi cih bînin. Xizmeta ji bo gel, bilindkirin û rûmetdayina ji bo gel, ji me jî rûmetek bû. Me zanîbû ku PKK ji bo gelê Kurd şer dike, ji ber ku gotin û jiyana wan yek bû. Me nedabûya pey tevgereke bi vî rengî me yê bida pey kê?"

'DEMA KU LEŞKERÎ JI REJÎMÊ RE DIKIR JÎ GEL BI RÊXISTIN DIKIR'

Şehîd Aras sala 1966'an li gundê Til Cemal ji dayik bû û di sala 1972'an de dest bi xwendinê kir. Weke xwendekarekî serketî bû mamoste. Kekê wî Tayîb Ebdo hestên xwe yên têkildarî Şehîd Aras bi vî rengî anî ser ziman: "Loqman yanî şehîd Aras zarokekî di halê xwe de bû. Li dibistanê serketî bû, zanîngeh qedand û yek ji wan xwendekaran bû ku li pêş bû. Ji ber ku malbata me welatparêz bû, bi vî mejî mezin bû. Min nedît ku kes aciz kir; li gund bi hevalên xwe re di nava ahengiyê de bû. Zerar nedida kesî, li dibistanê jî bi heman rengî bû. Dema zanîngeh dixwend, çalak bû. Wê demê dibistan qedand û salekê li gund mamostetî kir. Piştre çû leşkeriya rejîmê. Di dema leşkeriyê de nedihat malê; di rojên xwe yên destûrê de diçû gel hevalan, li Efrîn û Helebê bi gel re civîn lidar dixist. Dema ku destûra wî qediya leşkerî dewam dikir.

'PÎŞEYÊ XWE JI BO XIZMETA JI GELÊ KURD BI KAR ANÎ'

Li gundan mamostetî dikir, têkiliyeke germ bi zarokan re datanî. Malbatên zarokan ji nêz ve nas dikir, serdana wan dikir. Bi hempîşeyên xwe re xwedî têkiliyeke bedew û samîmî bû. Kes ji Aras ne aciz bû; mirovekî pak, durust û samîmî bû. Bi saya têkiliyên xwe yên bedew gelek kes nêzî têkoşîna Kurd kir; fikrê wan guhert. Mamosteyê rejîmê bû, lê belê Kurdbûna xwe ti carî ji bîr nekir, pîşeyê xwe ji bo xizmeta gelê xwe bi kar anî. Di sala 1987'an de biryar da ku tevlî nava PKK'ê bibe."

'PDK WÊ LI SER ÇOPA DÎROKÊ BÊ BÎRANÎN'

Şehîd Aras ku sala 1987'an tevlî nava refên PKK'ê bû, heta Adara 1992'an li Rojava ji bo gel têkoşiya û meha Adarê berê xwe da çiyayên azad. Lê belê sala 1992'an di şerê dewleta Tirk ê bi piştgiriya PDK'ê de li Heftanînê şehîd bû. Tayîb Ebdo hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re nirxand û got, "Di demekê de ku dewleta Tirk ji bo Kurdan digot 'em ê mîna sandvîçê bieciqînin' PDK'ê bi dewleta Tirk re êrîşî gerîla kir û li dijî PKK'ê şer kir. Gotin wê gerîla biqedîni, lê belê nekarîn biqedînin, wê nikaribin.

PDK di nava xiyaneteke kûr de ye û êdî ti cudahiya xwe ji dewleta Tirk nemaye. Bûye dostê dewleta Tirk. PDK a xayin divê zanibe, dewletên ku îro dest dane wan wê rojekê dawî li wê jî bîne. PDK a ku bi kêrî gel û xaka xwe nayê wê li ser çopa dîrokê bê bîranîn.

BANGA LI XELKÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Divê xelkê Başûrê Kurdistanê xwedî li gerîla derkeve, bi gerîla re bibe yek. Nebin amûrek ji polîtîkayên şer re û li ber rabin. Nedin pêşiya dewleta Tirk. Xayinan ji nava xwe biavêjin, li dijî xayinan şer bikin."