Yekîtiya Ewropa Lûkaşenko weke Serokkomar nas nake

Yekîtiya Ewropayê red kir ku Aleksandr Lûkaşenko weke Serokkomarê Belarûsê nas bike.

Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell diyar kir ku encamên hilbijartinê yên 9'ê Tebaxê li Belarûsê hate kirin 'bi fen' û 'ji aliyê rewatiya demokrasiyê bêpar' bû.

Borrell got, "Hilbijartinên 9'ê Tebaxê ne azad bû, ne jî adîl. Yekîtiya Ewropa encamên bi fen nas nake. Weke encam, qaşo 'soza dilsoziyê' ya 23'ê Îlonê û daxwaza wezîfeya nû ya Aleksandr Lûkaşenko ji aliyê demokratîk ve nerewa ye."

Aleksandr Lûkaşenko ji sala 1994'an ve li ser desthilatdariyê ye.

Lûkaşenko roja Çarşemê merasîma sondxwarinê li dar xist. Heman rojê muxalefet ji nû ve daket qadan. Di dema çalakiyên şermezarkirinê de 10 kes hatin destgîrkirin.

Raportora taybet a Neteweyên Yekbûyî ya têkildarî Belarûsê Anaîs Marîn beriya niha bi demeke kurt daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku li vî welatî zêdeyî 10 hezar kes bi rengekî kêfî hatine destgîrkirin û li zêdeyî 500 kesî jî êşkence hatiye kirin.