Yekîtiya Ereban li hemberî Îranê piştgirî dan Fasê

Yekîtiya Ereban piştî ku Keyîtiya Fasê têkiliya xwe ya dîplomatîk bi Îranê re qut kir, daxuyaniya piştgiriyê da.

Berdevkê Yekîtiya Ereban Mahmûd Afîfî diyar kir ku ew piştgiriyê didin Fasê.

Wezîrê Karê Derve yê Fasê Nasir Bûrîta roja Sêşemê diyar kiribû ku Îran bi rêya Hîzbûllahê, Tevgera Serxwebûnê ya Sahraya Rojava çek sewqî Eniya Polîsarîo kiriye. Wezîr diyar kir ku di nav çekan de fuzeyên Strela Sam 9 û Sam 11 jî hene.

Wezareta Karê Derve ya Fasê roja Sêşemê daxuyanî dabû û diyar kiribû sedema qutkirina têkiliya wan ne ‘geşedanên li herêmê û navneteweyî ne.’ Wezaretê bi vê daxuyaniyê qala aloziya di navbera Siûdî Erebistan û Îranê , krîza li Rojhilata Navîn kiribû.

Di navbera Îran û Siûdî Erebistanê de ji Çileya 2016’an û vir ve têkiliyên dîplomatîk tune. Her du hêz jî dixwazin li herêmê xurt bibin. Li eniyên Sûriye, Yemen û Lubnanê herdu hêz tên hemberî hev.

Balkêş e ku biryara Fasê piştî helwesta DYA, Îsraîl û Siûdî Erebistanê ya li dijî Îranê derket holê.

Çola Sahraya Rojava bi qada xwe ya 266 hezar kîlometrekara, cihekî wisa ye ku hê statuya wê tune. Li vê derê Polîsaîro ji bo serxwebûnê têdikoşe. Beşeke mezin a Sahraya Rojava di bin kontrola Fasê de ye lê Polîsarîo dixwaze li vê derê referandûm were lidarxistin. Fas jî hemû daxwazên otonomiyê yên di bin serweriya xwe de red dike. Di sala 1991’an de di navbera herdu aliyan de agirbest hatibû îlankirin. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî roja Înê biryar da ku bila di şerê Sahraya Rojava de alî bê şert û merc muzakereyan bikin.