YE banga îtîdalê li hêzên li Sûriyeyê kir

Di brîfînga çapemeniyê de ya ku berdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê da, banga îtîdalê li hêzên li Sûriyeyê hate kirin.

Berdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê hişyarî da û diyar kir ku xistina balefira Îsraîlê ya li Sûriyeyê dibe ku şerê li herêmê gurtir bike. Berdevkê Komîsyonê diyar kir ku şerê leşkerî her ku diçe zêde dibe û ev tişt me dixe nav fikaran.

Berdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê bang li hêz û mutefîkan li Sûriyeyê kir û xwest li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin. Berdevkiyê bal kişand ser vî tiştî ku divê sîvîl zêde êşê nekişînin û divê hêzên li Sûriyeyê dûrî çalakiyên li ser sîvîlan bin.