YBŞ: Em serî li ber êrîşên dewleta Tirk natewînin

Fermandariya YBŞ’ê bal kişand ku dewleta Tirk sivîl qetil kirine û got: “YBŞ û YJŞ ne hêzeke ku serî li ber êrîşan bitewîne.” Bang li dewletên koalîsyon û Iraqê hate kirin.

Fermandariya YBŞ’ê têkildarî êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Berdevkên Fermandariya YBŞ'ê Zerdeş Şengalî û Axîn Êzidxanê ve hatin dayîn.

YBŞ’ê ev agahî da:

‘DI ÊRÎŞÊ DE TU WINDAHIYÊN ME NÎNE; SIVÎL HATINE QETILKIRIN’

“Geliyê Şîlo yê Şengalê ku dibin kontrola YBŞ’ê de ye ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hate bombekirin. Dewleta Tirk a li 17 nuqteyan dan 3 welatiyên sivîl hatin qetilkirin. Welatiyên sivîl ên hatin qetilkirin sivîlên ku ji Kobanê koçî Şengalê bibûne. Ev kes kes di aşê avê de kar dikir. Balafirên şer bi awayekî hovan e ev kesên sivîl qetilkirin. Di serî de sersaxiyê ji malbatên kesûkarên xwe winda kirin re dixwazin.

Gelê Şîlo herêmeke sivîl e ne leşkerî ye. Li vê qadê ti hêzên me nîne. Li vê herêmê Lîdedrê Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî di pîrozbahiya 15’ê Tebaxê de hatibû qetilkirin. Mam Zekî Şengalî ji bo pêwîstiyên avê yên civaka Êzidî li vir aşekî yê avê dabû çêkirin. Welatiyên sivîl bi vêarmancê li wir bûn. Di vê êrîşê de ji hêzên me tu endam ne şehîd û ne jî birîndar bûne.

Artêşa Tirk bi zanabûn û plansazî êrîşî civaka Êzidî dike. Ev êrîş di roja Cejna Êzî ya pîroz de hate kirin. 15’ê Tebaxê Pêşengê Civaka Êzidî û Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî di salvegera komkujiya Koço de hatibû qetilkirin. Dîsa roja cejna Êzidî de Şengal hate bombe kirin. Ev bi vekirî dide nîşandan ku dewleta Tirk civaka Êzidî kiriye hedefa xwe. Ev êrîş carekî din li ber çavê her kesê vîna Êzidiyan hatiye hedefkirin. Dewleta Tirk li pey xeyalên Osmaniyan e.

‘YBŞ Û YJŞ NE HÊZEKE KU SERÎ LI BER ÊRÎŞAN BITEWÎNIN’

Divê dewleta Tirk û hêzên herêmî baş bizanin ku em hêzên YBŞ û YJŞ ne hêzekin ku serî li ber gefan bitewînin. Em bi hizir, îdeolojî, felsefe û vîn; li ser van xakên pîroz soza me ji bo civaka me ya Êzidî û şehîdên me heye. Heta dawî em ê civaka xwe biparêzin.

HIŞYARIYA KESÊN KU XIZMETA DIJMIN DIKE HATE KIRIN

Hinek aliyên siyasî û fermandarên xwe Êzidî dibînin, daxuyaniyan didin. Em bang li van kesan dikin; ev kes li pey dijmin û siyaseta qirker dibezin alîkarî didin dijmin. Ev vekirî dide nîşandan ku dijminên xwe nasnakin. Divê ev baş bê zanîn ku divê li peyk kesên ku tiliya wan di fermanan de hene nekevin. Deriyê me ji van kesan re vekiriye. Ev kes ketin bin pencên polîtîkayên îmhayê yên dijmin, serî ji wan re ditewînin. Divê demek berî demekê li xwe vegerin.

PKK li Şengalê nîne. PKK bi fermî ji Şengalê derketiye. Yên bi van hinceta Şengalê bomberdûman dikin bila bizanin ku; em YBŞ û YJŞ yên di pêvajoya fermana li ser civaka Êzidî hatin avakirin, parêzvanên Şengalê ne. Em vê êrîşê napejirîin, divê kî yan alî li gel van hêzan be divê bi lezgîn li xwe vegerin. Em hemû pirsgirêkên nava xwe bi rêya diyalogê çareser dikin. Her demê deriyê me ji van kesan re vekiriye. Her demê wê bersiva gelê me ji bo yên ne ji bo berjewendiyên gel kar dikin hebe.

BANG LI IRAQ Û DEWLETAN HATE KIRIN

Divê di serî de dewleta Iraq, dewletên koalîsyon û dewletên navneteweyî qada hewayî ya Şengalê ji êrîşên dewleta Tirk re bigire. Divê li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a faşîst xwedî helwesti bin. Daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Iraqê hate kirin lê neterê bû. Divê qirkirina sala 2014’an li ser civaka Êzidî hate kirin bê naskirin. Ji bo carekî din ferman pêk neyên, divê qada hewayî ya Şengalê ji dewleta Tirk re bê girtin.

Bang li gelê xwe dikin, çi dibe bila bibe divê van êrîşan bi girseyî şermezar bikin. Bang li civaka Êzidî dikin ku vê xaka pîroz a Êzidî û Şengalê heta dawî biparêzin.”