Xwepêşandanên li Iraqê berfireh bûn: Herî kêm 6 kes mirin

Piştî ku dema xwepêşandêran ji bo bicihanîna daxwazên xwe dan hikumetê bi dawî bû, li gelek bajaran xwepêşandanan dest pê kirin. Roja Duşemê herî kêm 6 kes di dema xwepêşandanan de hatin kuştin.

Xwepêşandanên li dijî hikumetê ku ji 1'ê Cotmehê ve li Iraqê dewam dikin, piştî ku dema ji bo hikumetê hatibû naskirin bi dawî bû, çalakî berfireh bûn. Di destpêka hefteyê de li zêdeyî deh bajaran xwepêşandan pêk hatin.

Xwepêşandêran li Bexda, Zîkkar, Necef, Kerbela, Mûssenna, Basra, Vasit û gelek bajarên din rêyên nava bajêr, pir û rêyên navbera bajaran li trafîkê girtin. Li heman herêman hêzên ewlekariyê bi bombeyên gazê û çekên rastî dest li çalakgeran werdan.

Roja Duşemê di destwerdana hêzên ewlekariyê yên Iraqê de herî kêm 4 xwepêşandêr û 2 polîsan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 100 xwepêşandêr û hêzên ewlekariyê birîndar bûn.

Li bajarên ku xwepêşandan lê hatin kirin dibistan û saziyên fermî ketin betlaneyê. Xwepêşandanan şevê jî dewam kirin.

Di serî de lîderê Tevgera Sadr Mûqteda El Sadr gelek partiyên siyasî û rêxistinên Iraqî bal kişandin ser asta nû ya xwepêşandanan û ragihandin ku gefên cidî li Iraqê tên xwarin û bang li hikumetê kirin ku di demeke kurt de bersivê bidin daxwazên gel.

Ji 1'ê Cotmehê û vir ve di xwepêşandanan de zêdeyî 500 kesî jiyana xwe ji dest dan û 25 hezar kes jî birîndar bûn.