Xwecihiyên Emerîkî daxwaza alîkariyê dikin

Bi navê lîderên kabîleyên xwecihî yên li daristanên Amazonê Jose Gregorio Diaz Mirabal daxuyanî da û got, li dijî pandemiya Covîd-19 ne doktor, ne derman ne jî binesaziyeke wan heye.

Bi navê kabîleyên xwecihî yên li daristanên Amazonê ne Jose Gregorio Diaz Mirabal daxuyaniyek da û banga alîkariyê li qada navneteweyî kir. Mirabal diyar kir, li dijî pandemiyê binesaziyeke wan, derman û doktorê wan nîne û mirovên bi vîrûsê bikevin nikarin derman bikin.

Mirabal tevlî konferanseke bi dîmen bû ku ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve hate lidarxistin û diyar kir, ku li dijî pandemiyê alîkarî bi wan re nehatiye kirin.

Mîrabal bi navê kabîleyên xwecihî banga alîkariyê li qada navneteweyî kir û got, "Ji bo li herêma Amazonê paqijiya etnîkî nebe, divê alîkariya mirovî ya navneteweyî bê kirin."

Rêxistina bi navê Coîca ku xwecihiyên li Brezîlya, Kolombiya, Perû, Ekvator, Venezûela, Bolîvya, Sûrînam, Gûyana û Gûyana Fransayê temsîl dike, ragihand ku mekanîzmayeke nîne ku xwecihiyên li herêmê bi vîrûsê dikevin qeyd bike.

Rêxistinê di nava meha Adarê de ji bo parastina daristanên Amazonê ji mayin û bazirganên narkotîkê bang kiribû.

Xwecihiyên Emerîkî ku niha tecrîdkirî ne, li gelek nexweşiyên şewbê vekirî û bêparastin in.