Xelatên Wêjeyê yên Huseyîn Çelebî hatin dayîn

Çalakiya Xelatên Wêjeyê yên Huseyîn Çelebî ya 26’emîn li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê hate lidarxistin. Yên ku bi ser ketibûn, xelatên wan hatin dayîn.

Çalakiya Xelatên Wêjeyê yên Huseyîn Çelebî ya 26’emîn îsal li bajarê Elmanya Frankfûrtê hate lidarxistin. Helbet û kurteçîrokên bi zimanê Kurmancî, Dimilkî, Tirkî, Erebî û Elmanî hatin şandin ji aliyê jurî ve hatin nirxandin û yên di nava 3’an de cih girtin xelatên xwe girtin.

Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo bibîranîna Umît Acar ê ku roja 26’ê Îlonê bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir û ji bo bîranîna hemû şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Di çalakiyê de Koma Delal Amed strana ji bo Huseyîn Çelebî amadekirî xwendin, piştî guhdarkirina çend stranan bername bi axaftinên li ser navê YXK û JXK dewam kir.

Di axaftina li ser navê JXK de de bal hate kişandin li ser xebatên bi şîara ‘Jina azad, civaka azad e’.

Hevalên Huseyîn Çelebî û bavê wî Rifat Çelebî hevpar hatin vexwendina ser dikê.

Bav Çelebî banga xwedî derketina çandê û fêrbûna zimanê Kurdî li ciwanan kir û wiha got; “Her kesên ku Kurdî nizane destekê dide politîkayên asmîmîlasyonê.”

Di çalakiyê de siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz jî axivî û wiha got; “Îro kesên xwendekar gelek ji wan dayik û bavên wan nexwendine. Di nava tevgera ciwanên Kurd re cihekî girîng yê xwendekaran heye û rolekî mezin ê ku bileyize heye. Tevgera azadiyê demekê ji aliyê xwendekaran ve hatiye avakirin.”

Di çalakiyê de Rotînda, Denîz Deman û Les Etoîles de Botan derketin ser dikê.

Berhemên ku di çalakiyê de xelat wergirtine wiha ne;

Kurmancî helbest: Habîb Aslan “Hestî”

Kurmancî Kurteçîrok: Dîlzîz Mizgîn “Senfoniya Azadiyê”

Dimilkî kurteçîrok: Mehmet Seyîtalîoglû “Dager”

Tirkî helbest: Alî Koç “Çeyrek Asir”

Tirkî kurteçîrok: Mûrat Kozat “Ğar”

Erebî helbest: Newroz Mûslem  Ji we re Kurdan didim naskirin

Elmanî helbest: Dewran Dêrsim “Kälte in der Wüste.”