Xebatkarên metal ên li Elmanyayê di grevê de bi biryar in

IG Metall ku li Elmanyayê bi milyonan kedkarên metalê temsîl dike, bi biryar e ku encam ji danûstandinên tomerî dernkeve bikeve grevê.

Danûstandinên tomerî yên ku 3,9 milyon karkeran eleqedar dikin, çend hefteyan dewam kirin. Ji ber ku şîrketan guh nedan daxwaza kedkaran, li gelek bajaran ji bo 24 saetan greva hişyarkirinê hate kirin.

Nêzî 68 hezar karkerên ji 80 şîrketî tevlî grevê bûn û hat ragihandin ku wê rojên bê çalakiyên destberdana ji kar bidomin.

Karker dixwazin 6 ji sedî zem li heqdestê wan bê kirin û dema kar heteyê 28 saet be. Karsazên ku ev daxwaz ji nedîtî ve hatin, serî li rê û rêbaza qedexekirina grevê dan. Şîrketekê bi vê armancê serî li Dadgeha Kar a li Krefeldê da û xwest biryara greva rojekê ya ji bo hişyarkirinê bê rawestandin. Dadgehê ev daxwaz red kir.

Yek ji mezintirîn sendîkayên Elmanyayê IG Metall li ser mijarê daxuyanî da û diyar kir ku ew ê ji ber helwesta şîrketan ji rêya xwe venegerin. Di daxuyaniyê de hişyarî hate dayin ku hewldana qedexekirina grevê bi rêya dadgehê 'wê agir gurtir bike'.

Li Elmanyayê, li sektora metal ku nêzî 4 milyon kes lê dixebitin, salên dûr û dirêj kêm caran heqdestên karkeran hatibû zêdekirin. IG Metall dixwaze heqdest herî kêm bi rêjeya 6 ji sedî bê zêdekirin.