Xebatkarên ewlekariyê yên 3 balafirgehên Elmanyayê ketin grevê

Ji ber ku personelên ewlekariyê yên sê balafirgehên li Elmanyayê de di grevê de ne, hin seferên balafiran betal bûn.

Grevê bi banga sendîkaya Verdî roja Çarşemê saet 3'an dest pê kir û wê heta nîvê şevê bidome.

Ji ber greva personelên ewlekariyê, hin seferên li balafirgehên Dusseldorf, Koln-Bonn û Stûttgartê betal bûn.

Roja Sêşemê li du balafirgehên paytext Berlînê ji bo hişyarkirinê grev hatibû kirin û nêzî 50 sefer betal bûbûn.

Sendîkaya Verdî ku li gelemperiya Elmanyayê 23 hezar personelên ewlekariyê temsîl dike, dixwaze ku buhayê saeteke kar ji 17 euro bibe 20 euro.

Komeleya federal a şîrketên ewlekariya hewayî (BDLS) pêşniyar kir ku ji 2 heta 8.1 ji sedî mûçe bê zêdekirin.

Tê payin, hevdîtina navbera Verdî û BDLS'ê wê 23'ê Çileyê pêk were.