Xaça Sor: Rojane ji Tirkiyeyê nêzî 100 mirov derbasî Yewnanîstanê dibin

Tevgera Hevya Sor û Xaça Sor ya navnetewî ragihand ku di demên dawî de ji Tirkiyeyê derbasbûna koçberan ji bo Yewnanîstanê gelek zêde bûye.

 Rêxistina Xaça Sor ya Navnetewî û Tevgera Heyva Sor (IFRC) daxuyaniyek nivîskî weşand û bal kişandin  ser çûyina koçberan a ji Tirkiyeyê ji bo Yewnanîstanê. Di daxuyaniyê de tê diyar kirin ku mirovên ku bi gefên mezin ji sînor derbas dikin zêdetir jin û zarokên bê prastinin.

JI MEHA ADARÊ VE ZÊDETIRÎ 1000 MIROVAN SÎNOR DERBAS KIRIN

Di daxuyaniyê de tê ragihandin ku ji meha Adarê ve zêdetirî 1000 mirovan sînor derbas kirine û wiha tê gotin; “Tenê di nava vê hefteyê de rojane ji 100’an zêdetir mirov derbasî Yewnanîstanê bûn. Bi mehên havînê re wê ev hejmar zêdetir bibe û rewşekê lezgîn bi xwere bîne.” Têkildarî mijarê Serokê IFRC a Yewnanîstanê Rûben Cano jî wiha got; “Hejmara kesên derdikevin vê rêya dirêj û bi talûke zêde dibin û di nava van de zêdetir jin û zarok hene.”

‘CIHÊ FIKARAN E’

Cano diyar kir ku kesên ku dixwazin çem derbas bikin di nava wan de jinên du canî û mirovên bi temen hene û wiha domand; “Kesên ku çem derbas dikin û digihin Yewnanîstanê perîşan dibin. Bi mehên havînê re wê hejmara mirovên ku dixwazin derbasî Yewnanîstanê bibin zêdetir bibe û ev jî rewşeke metirsîsar bi xwere tîne.”

 Cano diyar kir ku bi zêdebûna hejmara mirovan re pêdiviyên alikariyê ji zêde dibin û wiha got; “Sedemê vê guhertina lezgîn tam nayê zanin û em wateyê nadin vê yekê. Lê ev rewş ji bo koçberan gelek talûke ye û ji bo negihije rewşeke cidî em kar dikin.”