WHO: Ne diyare wê kengê pandemî bigihêje lûtkeyê

Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) da diyarkirin ku ne mimkûne ku ew bikarîn bêjîn ku wê kengê pandemî ya koronavîrosê bigihêje lûtkeyê.

Ji yek berpirsên WHO’yê Maria Van Kerkhove got: “Ne mimkûne ku bikaribin bêjîn wê kengê ev vîrûs bigihêje lûtkeya cihanî.”Her wiha da diyarkirin ku; “Ev wê girdayî helwesta van welatan a nîşanî bûyera yekem a vîrûsê ve girêdayî be”.

Di meha Kanûnê de li Çînê derketina koronavîrosa nû, li tevahiya cihanê bû sedema mirina 5 hezar kesan. Hejmara kesên ku bi vîrosê ketine gihişte 140 hezaran. Ji ber sînordar testkirina li hinek welatan, tê texmînkirin ku ji hejmara ku hatî diyarkirin gelek zêdetire.