Wezîrê Petrolê yê Îranê: Rewş ji şerê Iraq-Îranê xirabtir e

Wezîrê Petrolê yê Îranê Bijen Namdar Zengene, ambargoyên DYE’yê yên li ser Îranê weke, “Ambargoya herî giran a dîrokê” bi nav kir û diyar kir ku rewş ji dema şerê Iraq-Îranê xirabtir e.

Wezîrê Petrolê Bijen Namdar Zengene, ji ajansa Mclîsa Îranê ya ICANA'yê re, di derbarê ambargoya DYE’yê ya li ser    Îranê de axivî.

Zengene, diyar kir ku şertên niha yên ji ber ambargoya DYE’yê pêk hatine, ji yên salên 1980-1988’an ku şerê Iraq-Îranê pêk hatî, girantir in.

AMBARGOYA HERÎ GIRAN A DÎROKÊ YE

Zengene, bal kişand ser asta ambargoyê jî û got, “Ev heyam, ji ambargoyên heyamên demên borî pir cudatir e. Niha li hemberî Îranê ambargoya herî giran a dîrokê pêk tê. Lewre divê em bê fêmkirin ka em di nav şerekî çiqas giran de ne. Heke ev şert û mercên giran neyên fêmkirin, wê xeletiyên dîrokî bên kirin. Lewre ez wisa bawer im ku hinek derdor ne di giraniya mezinbûna şer de ne.”