Wezîrê Fransî ji bo 'jinûve avakirinê' li Bexdayê ye
Wêzîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves le Drian ji bo serdanê çû paytexta Iraqê Bexdayê.
Wêzîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves le Drian ji bo serdanê çû paytexta Iraqê Bexdayê.
Dema wezîrê Fransî gihişt Bexdayê got: "Ez hatim vir, ji bo ku piştgiriya Fransayê ji we re ragihînim."
Jean-Yves le Drian destnîşan kir ku çawa ew tevlî têkoşîna li dijî DAIŞ'ê bûne, ew ê di jinûve avakirinê de jî cih bigrin.
Wezîrê Karên Dêrve yê Iraqê Îbrahîm Caferî jî got: "Em hêvî dikin ku wê feyda tecrubeya Fransî ji bo jinûve avakirinê hebe."
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê herî dawî meha Tebaxê çûbû Bexdayê û bi Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî û Serokkomarê Iraqê Fuad Masum re rûniştibû.
Haydar Ebadî dawiya Çileyê li Forûma Aborî ya Cihanê ya Davosê dabû xuyakirin ku jinûve avakirina Iraqê karekî gelekî mezin e û wê bi buhayê 100 milyar dolarî be.