Li Îngilîstanê 2 wezîran îstifa kirin -NÛ BÛ

Wezîrê Brexîtê û Wezîrê Kar û Teqawîtiyê yên Îngilîstanê îstifa kirin.

Wezîrê Brexîtê Domînîc Raab û Wezîrê Kar û Teqawîtiyê Esther McVey, piştî ku desteya wezîran piştgirî dan peymana bi Yekîtiya Ewropayê re hate îmzekirin îstifa kirin.

Raab got, ew ê "bi dilekî rehet destekê nede" peymanê û îstifa kir.

McVey jî got, "Peymana ku doh anîn rojeva desteya wezîran, hurmetê nade encama referandûmê" û îstifa kir.

MAY ÇI GOTIBÛ?

Serokwezîr Theresa May diyar kir ku peymana derketinê ya bi Yekîtiya Ewropayê re hatiye îmzekirin peymana herî baş e ku dikare bê muzakerekirin. May gotibû, "Desteya wezîran biryar da ku destekê bide pêşnûme biryara vekişînê ya hikumetê."